ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 25 Tebax 2018
  • Rojev
*Agirê ku bi daristanê Dersimê ket 18 rojî dewam kir û gelek qad şewitîn û bi sedan zindîwaran jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz diyar kir ku agir bi zaneyî hatiye pêxistin û got:"Hewl didin ku li Dersimê koçberî pêk were û tune bikin." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên şervanên PKK'ê ku jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku li gel berî bi mehan cenaze hatine tespîtkirin jî radestî wan nayên kirin û nahilên ku şîna xwe jî bikin. DÎMEN HEYE
 
* Fîlîz Buluttekîn a HDP'yî diyar kir ku ew ê li dijî tundî, îşkence û binpêkirina mafan a li  girtîgehan têbikoşin û anî ziman ku heta li Îmraliyê tecrîd berdewam bike ew ê li welêt jî kaos bidome."
 
*Jinên Ereb ên Kantona Kobanê ku xwe bi rêxistin dikin gotin:"Bi têkoşîna jinên Kurd jinên Ereb jî azad bûn. Jina Ereb êdî bejnê li dijî zihniyeta baviksalarî natewîne."DÎMEN HEYE