ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-25 09:00:00   *Agirê ku bi daristanê Dersimê ket 18 rojî dewam kir û gelek qad şewitîn û bi sedan zindîwaran jiyana xwe ji dest dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz diyar kir ku agir bi zaneyî hatiye pêxistin û got:"Hewl didin ku li Dersimê koçberî pêk were û tune bikin." DÎMEN HEYE   *Malbatên şervanên PKK'ê ku jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku li gel berî bi mehan cenaze hatine tespîtkirin jî radestî wan nayên kirin û nahilên ku şîna xwe jî bikin. DÎMEN HEYE   * Fîlîz Buluttekîn a HDP'yî diyar kir ku ew ê li dijî tundî, îşkence û binpêkirina mafan a li  girtîgehan têbikoşin û anî ziman ku heta li Îmraliyê tecrîd berdewam bike ew ê li welêt jî kaos bidome."   *Jinên Ereb ên Kantona Kobanê ku xwe bi rêxistin dikin gotin:"Bi têkoşîna jinên Kurd jinên Ereb jî azad bûn. Jina Ereb êdî bejnê li dijî zihniyeta baviksalarî natewîne."DÎMEN HEYE