ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 24 Tebax 2018
- Rojev
*Jinên ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê karê dirûngehê dikin bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ji ber vê krîzê bi taybetî jin bi bandor bûne û keda wan tê tunekirin. DÎMEN HEYE
*Li gelek cihên cîhanê li dijî ajalan zext, îşkence, îstismarkirin pêk tê û ajal ji mafên xwe yên jiyanê bêpar tên hiştin. Lê li Mexmûrê berovajî vê yekê mînakên ku dostaniya di navbera ajal û mirovan de radixîne pêş çavan hene. Yek ji van mînakana ew e ku xwedî taybetmendiyek mezin e. Çîroka pisîka bi navê Lîloyê ji bo parastina mafên ajalan hêjayî gotinê ye.
* Rêvebera HDP’ê Mehtap Metîn diyar kir ku şewatên daristanan yên li Kurdistanê encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ye û wiha got: “Dijminê xwezaya Kurdistanê ne. Divê hemû gelê kurd xwedî li xwezaya Kurdistanê dekeve.”
*Sakîne Tayanç diyar kir ku wê fatureya krîza aborî pir giran be û got: “ Mirov niha ji helwesta serokomar fêm nakin, ew dibêjin qey wan serbilindî nîşan daye. Lê dema ku nan bi 3-5 lîrayî bigirin wê lêpirsîn bikin. Di serî de jin divê her kes hêza xwe bikin yek.”
*Hat îdiakirin ku Pispora Welîdîna Jinan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê G.D ji bo nexweşa ku tirkî nizanibû ye bi gotina ‘Çawa tu tirkî nizanî, tu neçarî bizanî’ heqeret kiriye.
*Li Sûriye ji ber şerê hat jiyîn nîvê nifûsa 22 mîlyonî hatin koçberkirin û ji van jî ji sedî 75 jin û zarok in. Tirkiye welatê ku herî zêde penaber lê ne û li şûna pisgirêkan çareser bike kampan vala dike.