ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-24 09:00:00   *Jinên ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê  karê dirûngehê dikin bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ji ber vê krîzê bi taybetî  jin bi bandor bûne û keda wan tê tunekirin. DÎMEN HEYE   *Li gelek cihên cîhanê li dijî ajalan zext, îşkence, îstismarkirin pêk tê û ajal ji mafên xwe yên jiyanê bêpar tên hiştin. Lê li Mexmûrê berovajî vê yekê mînakên ku dostaniya di navbera ajal û mirovan de radixîne pêş çavan hene. Yek ji van mînakana ew e ku xwedî taybetmendiyek mezin e. Çîroka pisîka bi navê Lîloyê ji bo parastina mafên ajalan hêjayî gotinê ye.    * Rêvebera HDP’ê Mehtap Metîn diyar kir ku şewatên daristanan yên li Kurdistanê encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ye û wiha got: “Dijminê xwezaya Kurdistanê ne. Divê hemû gelê kurd xwedî li xwezaya Kurdistanê dekeve.”    *Sakîne Tayanç diyar kir ku wê fatureya krîza aborî pir giran be û got: “ Mirov niha ji helwesta serokomar fêm nakin, ew dibêjin qey wan serbilindî nîşan daye. Lê dema ku nan bi 3-5 lîrayî bigirin wê lêpirsîn bikin. Di serî de jin divê her kes hêza xwe bikin yek.”   *Hat îdiakirin ku Pispora Welîdîna Jinan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê G.D ji bo nexweşa ku tirkî nizanibû ye bi gotina ‘Çawa tu tirkî nizanî, tu neçarî bizanî’ heqeret kiriye.   *Li Sûriye ji ber şerê hat jiyîn nîvê nifûsa 22 mîlyonî hatin koçberkirin û ji van jî ji sedî 75 jin û zarok in. Tirkiye welatê ku herî zêde penaber lê ne û li şûna pisgirêkan çareser bike kampan vala dike.