Ji girtiyên siyasî peyama cejnê

  • 14:21 22 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên siyasî yên HDP'î bi saya Rojnameya Yeni Yaşam peyama cejnê şandin û gotin:"Em hêvî dikin ku ev dîwarê faşîzmê dê hilweşe û dê azadî, aştî, wekhevî pêk were."
 
Girtiyên siyasî yên HDP'î peyama cejnê şandin. Di peyama ku di Rojnameya Yeni Yaşamê de hat weşandin de hat xwestin ku Cejna Qurbanê bibe sedema aştî, azadî û wekheviyê. 
 
Di peyama ku di rojnameyê de hat weşandin wiha hat gotin:
 
"Mafê hemû kesî ye ku bi ziman, çand û hunera xwe bijîn. Tevî hesin û dîwarên ku em li pişt wan hatine girtin, em bi milyonan mirovî heman hestî dijîn û em Cejna Qurbanê ya wan pîroz dikin. 
 
Em hêvî dikin ku ev dîwarê faşîzmê dê hilweşe û dê azadî, aştî, wekhevî pêk were.
 
Dilê me her bi we re ye, me ji hev dûr bixin jî wê nikaribin me ji hev biqetînin. Em ê teqez bi ser bikevin.