Ji girtiyên siyasî peyama cejnê 2018-08-22 14:21:17   ENQERE - Girtiyên siyasî yên HDP'î bi saya Rojnameya Yeni Yaşam peyama cejnê şandin û gotin:"Em hêvî dikin ku ev dîwarê faşîzmê dê hilweşe û dê azadî, aştî, wekhevî pêk were."   Girtiyên siyasî yên HDP'î peyama cejnê şandin. Di peyama ku di Rojnameya Yeni Yaşamê de hat weşandin de hat xwestin ku Cejna Qurbanê bibe sedema aştî, azadî û wekheviyê.    Di peyama ku di rojnameyê de hat weşandin wiha hat gotin:   "Mafê hemû kesî ye ku bi ziman, çand û hunera xwe bijîn. Tevî hesin û dîwarên ku em li pişt wan hatine girtin, em bi milyonan mirovî heman hestî dijîn û em Cejna Qurbanê ya wan pîroz dikin.    Em hêvî dikin ku ev dîwarê faşîzmê dê hilweşe û dê azadî, aştî, wekhevî pêk were.   Dilê me her bi we re ye, me ji hev dûr bixin jî wê nikaribin me ji hev biqetînin. Em ê teqez bi ser bikevin.