'Em ê heta dawî şopdarê doza şehîdên xwe bin'
- 09:04 22 Tebax 2018
- Rojane
Cudî Zênu - Lîlav Elî
ŞEHBA - Malbatên Şehîdên Herêma Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne bi boneya Cejna Qurbanê axivîn û peyama şopandina doza şehîdên xwe dan.
Bi boneya Cejna Qurbanê Malbatên Şehîdan goristanên 'Şehîdên Berxwedana Serdemê' ziyaret kirin û gotin:"Her dem şehîdên me di dil û mejiyê me de ne. Kes nikare îradeya me bişkîne. Çimkî em hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîdên xwe digirin."
Dayika Şehîd Reşîd Sureye Hebeş got:" Em ê heta dawî li mîrateya şehîdên xwe derkevin. Em her bi wan ser bilind in. Dê dewleta tirk û çeteyên wê nikaribe îradeya me bişkîne. Em ê heta dawî şopdarên doza şehîdên xwe bin."
'Şehîdên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin'
Dayika Şehîd Engîzek, Xedîce Elo diyar kir ku ew ê li têkoşîna şehîdan xwedî derkeve û got:"Şehîdên me ji bo axa xwe canê xwe feda kirin. Em ê heta dawiya emrê xwe wan ji bîr neke û rêya wan a ronî bişopînin."
'Hovîtiya wan ew ê nikaribe hêvî û hêza me bişkîne'
Hevjîna Şehîd Şahîn Nemir Nisrîn Cimo bal kişand êrîşên dewleta tirk ên li ser goristanan û got:"Dewleta tirk êrîşî nirxên civakî yên Kurd dike. Êrîşî goristanên şehîdan dike. Hovîtiya wan ew ê nikaribe hêvî û hêza me bişkîne. Em ê her li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin."
'Şehîdên me hêz, îrade û hebûna me ye'
Dayika Şehîd Demhat Zêneb Hesen Cejna Qurbanê li şehîdan pîroz kir û got:"Em wekî dayikên Şehîdan rê nedin dewleta tirk û çeteyên wê. Em ê heta dawî di rêya şehîdên xwe de bin û em ê xwe biparêzin. Şehîdên me hêz, îrade û hebûna me ye. Her dem şehîdên me di dil û mejiyê me de ne. Kes nikare îradeya me bişkîne. Çimkî em hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîdên xwe digirin."