Malbetên Şehîdan li Kantona Şehbayê daxuyanî dan

  • 10:27 21 Tebax 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Malbatên Şehîdan goristanên "Şehîdên Berxwedana Serdemê" ziyaret kirin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de soza berdewamiya tekoşînê hat dayin. 
 
Malbatên Şehîdan goristanên "Şehîdên Berxwedana Serdemê" ziyaret kirin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê têkoşîna ji bo azadiyê bê bilindkirin. Daxuyanî ji aliyê Mîdiya Cemal bi zimanê Kurdî û ji aliyê Mecîd Emîn Mustefa jî Erebî hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya gelan bidome û dê serî li dijî dagirkeran tu carî neyê tewandin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Gelê Efrînê", "Şehîd namirin" bi dawî bû.