Malbetên Şehîdan li Kantona Şehbayê daxuyanî dan 2018-08-21 10:27:20   ŞEHBA - Malbatên Şehîdan goristanên "Şehîdên Berxwedana Serdemê" ziyaret kirin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de soza berdewamiya tekoşînê hat dayin.    Malbatên Şehîdan goristanên "Şehîdên Berxwedana Serdemê" ziyaret kirin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê têkoşîna ji bo azadiyê bê bilindkirin. Daxuyanî ji aliyê Mîdiya Cemal bi zimanê Kurdî û ji aliyê Mecîd Emîn Mustefa jî Erebî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya gelan bidome û dê serî li dijî dagirkeran tu carî neyê tewandin.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Gelê Efrînê", "Şehîd namirin" bi dawî bû.