Li Semsurê mirina bi guman a jinekê
- 12:41 20 Tebax 2018
- Rojane
SEMSUR- Li Semsurê jinek bi navê Nuriye Cîngoz ji katê 7’emîn yê avahiyê xwe avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Nuriye Cîngoz ya 52 salî ku li taxa Karapinar a Semsurê dijiya ji katê 7’emîn a avahiyê xwe avêt xwarê. Kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristiyê û Nuriye rakirin Nexweşxaneya Park Hospîtal a Semsurê. Nuriye ya li nexweşxanê xistin bin dermankirinê jiyana xwe ji dest da.
Lêpirsîna der barê bûyerê didome.