Li Semsurê mirina bi guman a jinekê 2018-08-20 12:41:00   SEMSUR- Li Semsurê jinek bi navê Nuriye Cîngoz  ji katê 7’emîn yê avahiyê xwe avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Nuriye Cîngoz ya 52 salî ku li taxa Karapinar a Semsurê dijiya ji katê 7’emîn a avahiyê xwe avêt xwarê.  Kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristiyê û Nuriye rakirin Nexweşxaneya Park Hospîtal a Semsurê.  Nuriye ya li nexweşxanê xistin bin dermankirinê jiyana xwe ji dest da.   Lêpirsîna der barê bûyerê didome.