Jinên Şengalê: Mam Zekî mamê me êzidiyan bû
- 15:17 17 Tebax 2018
- Rojane
ŞENGAL - Jinên êzîdî derbarê Endama Koordînasyonê ya Civaka Ezîdî Mam Zekî Şengalî ku di encama bombardimana dewleta tirk de di 15 Tebaxê de hat şehîdkirin hêstên xwe anîn ziman û gotin ku Mam Zekî mamê me hemû êzidiyan bû.
Di 15 Tebaxa 2014’dan de kurdên êzidî li Koçoyê di qirkirinê re hatin derbaskirin. Ji bo bîranîna wanli Koçoyê Merasîm hebû. Di dema vegerê de dijim xwest komkujiyeke din a êzidiyan pêk bîne û bi balfirên şer ên dewleta tirk wesayîten ku ji bîranîna fermana koço vedigeriyan hedef girt. Di encama vê êrîşê de hin kesan jiyana xwe ji dest da û hinek ji wan jî bîrîdar bûn. Lê bi taybetî Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest da. Jinên êzidî ji bo Mam Zekî gelek êşiyan û ji ajans me re hestên xwe bi vî awayî anîn ziman. Jinan dan diyar kirin ku Mam Zekî di dilê wan de dijî û ji bo civaka êzidî bû sembola tifaqê.
Jina bi navê Meyan Xewdêda bi dilêkî xemgîn di derbarê şahadeta Mam Zekî’de ev gotin rêz kirin “Di serî de ez hemû şehîdên di fermana 74 an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Bi rastî îro em gelekî xemgîn in ji bo Mam Zekî û mam zekî mamê me hemû êzidiyan bû. Ji bo civaka êzidî gelek ked da û em bi rêxistin kirin. Li gel rexistinkirinê jî bi kedêke herî mezin bi xwe jî Şengal bi rêve dibir. Mam Zekî ji bo bîranina komkujiya Koço a 15 tebaxê tevlî bîranîne bû. Kesên ku xizmên van di komkujiyê de hatibun kuştin Mam Zekî ew bi tenê nehiştibûn. Lê dijimin xwe li hemberî erka mirovahiye negirt û xwest carek din kurdên êzidî di qirkirinê re derbas bike. Ev êrîş jî bi hevkariya Tirkiye û Iraqê hat kirin. Bêdengiya Iraqê nîşaneya vê ye.”
'Êşa me parve kir'
Jina êzidî ya bi navê Nema Îlyas jî roja şehadeta Mam Zekî Şengalî wek rojeke reş bi navê kir û wiha got: “ Dîsa rojeke reş hat bi kurdên êzidî de. Fermaneke nû. Di vê êrîşa hovane de Mam Zekî şehîd bû. Mam Zekî ji bo me civaka êzidî gelek zehmetî kişand û rêxistinek ji bo me da avakirin, ji fermanê de li cem me bû heta ku jiyana xwe ji dest da jî berxwedana xwe berdewam kir û êşa me parve kir. Ev êrîş bi hevkariya Iraq û Tirkiyeyê hatiye kirin û em vê bi tundî şermezar dikin. Em ê her tim weke jinên êzidî rêya Mam Zekî bişopînin û li hember dijmin bisekinin û serkeftin wê hertim a gelê me be. Dijmin wê negihîje armanca xwe.”
'Em ê li ser rêya Mam zekî li ber xwe bidin'
Mamoste Salîha Sebrî jî ji bo Mam Zekî hestên xwe bi vî awayî anîn ziman, “Komkujiya Koço em vek rojek xiyanetê dibînin, îro careke din jî heman tişt hat jiyîn. Di heman roja Komkujiya li Koçoyê de bi hevkariya Iraqê Tirka dîsa civaka êzîdî bi xiyanetê ra rûbirû hişt. Mam Zekî ji despêka fermanê heya roja ku şehîd bu xebat li Şengalê da meşandin. Lê îro jiyana xwe ji dest da. Em weke civaka êzidî û bi taybet jinên êzidî heta dawî ya jîyana xwe em ê şopdarê rêya şehîd Mam Zekî bin û em ê daxwaza wî nîvco. Em ê hertim di nav kar û xebatê de bin û civaka êzîdî wê wekî Mam Zekî têbikoşe.”