Jinên Şengalê: Mam Zekî mamê me êzidiyan bû 2018-08-17 15:17:51   ŞENGAL - Jinên êzîdî  derbarê Endama Koordînasyonê ya Civaka Ezîdî Mam Zekî Şengalî ku di encama bombardimana dewleta tirk de di 15 Tebaxê de hat şehîdkirin hêstên xwe anîn ziman û gotin ku Mam Zekî mamê me hemû êzidiyan bû.   Di 15 Tebaxa 2014’dan de kurdên êzidî li Koçoyê di qirkirinê re hatin derbaskirin. Ji bo bîranîna wanli Koçoyê Merasîm hebû. Di dema vegerê de  dijim xwest komkujiyeke din a êzidiyan pêk bîne û bi balfirên şer ên dewleta tirk  wesayîten ku ji bîranîna fermana koço vedigeriyan hedef girt. Di encama vê êrîşê de hin kesan jiyana xwe ji dest da û hinek ji wan jî bîrîdar bûn. Lê bi taybetî Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî  Mam Zekî Şengalî hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest da. Jinên êzidî ji bo Mam Zekî  gelek êşiyan û ji ajans me re hestên xwe bi vî awayî anîn ziman.  Jinan dan diyar kirin ku  Mam Zekî di dilê wan de dijî û ji bo civaka êzidî bû sembola tifaqê.   Jina bi navê Meyan  Xewdêda bi dilêkî xemgîn   di derbarê şahadeta Mam Zekî’de ev gotin rêz kirin “Di serî de ez hemû  şehîdên di fermana  74 an de jiyana xwe ji dest dan  bi bîr tînim. Bi rastî îro em gelekî xemgîn in  ji bo Mam Zekî û mam zekî mamê me hemû êzidiyan bû. Ji bo civaka êzidî gelek ked da û em bi rêxistin kirin. Li gel rexistinkirinê jî bi kedêke herî mezin bi xwe jî  Şengal  bi rêve dibir. Mam Zekî ji bo bîranina  komkujiya Koço a 15 tebaxê tevlî bîranîne bû. Kesên ku xizmên van di komkujiyê de hatibun kuştin Mam Zekî ew bi tenê nehiştibûn.   Lê dijimin xwe li hemberî erka mirovahiye negirt û xwest carek din kurdên êzidî di qirkirinê re derbas bike. Ev êrîş jî bi hevkariya Tirkiye û Iraqê hat kirin. Bêdengiya Iraqê nîşaneya vê ye.”   'Êşa me parve kir'   Jina êzidî ya bi navê Nema Îlyas jî roja şehadeta Mam Zekî Şengalî wek rojeke reş bi navê kir û wiha got:  “ Dîsa rojeke reş hat bi kurdên êzidî de. Fermaneke nû. Di vê êrîşa hovane de Mam Zekî şehîd bû. Mam Zekî ji bo  me civaka  êzidî gelek zehmetî kişand û rêxistinek ji bo me  da avakirin, ji fermanê de li cem me bû heta ku jiyana xwe ji dest da jî berxwedana xwe berdewam kir û êşa me parve kir. Ev êrîş bi hevkariya Iraq û Tirkiyeyê hatiye kirin û em vê bi tundî şermezar dikin. Em ê her tim weke jinên êzidî  rêya Mam Zekî bişopînin û li hember dijmin bisekinin û serkeftin wê  hertim a gelê me be. Dijmin wê  negihîje armanca xwe.”   'Em ê li ser rêya Mam zekî li ber xwe bidin'   Mamoste Salîha Sebrî jî ji bo Mam Zekî  hestên xwe bi vî awayî anîn ziman, “Komkujiya Koço em vek rojek xiyanetê dibînin, îro careke din jî heman tişt hat jiyîn. Di  heman roja Komkujiya li Koçoyê de bi hevkariya Iraqê Tirka dîsa civaka êzîdî bi xiyanetê ra rûbirû hişt. Mam Zekî ji despêka fermanê heya roja  ku şehîd bu xebat li Şengalê da meşandin. Lê îro jiyana xwe ji dest da. Em weke  civaka  êzidî  û bi taybet jinên êzidî heta dawî ya jîyana xwe em ê şopdarê  rêya şehîd Mam Zekî bin û em ê daxwaza wî nîvco. Em ê hertim di  nav kar û xebatê de bin û  civaka êzîdî wê wekî Mam Zekî têbikoşe.”