Kongreya 7'emîn a Kongreya Star di roja duyem de didome!
- 12:05 17 Tebax 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ- Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ya ku bin duruşmeya "Bi rihê berxwedana serdemê em ê Şoreşa jinê civakî bikin" hat destpêkirin di roja xwe ya duyem de bi nirxandinan û nîqaşan berdewam dike.
Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku li Bajarokê Rimêlanê li navenda Aram Tîgran hatiye li darxistin di roja xwe ya duyem de bi tevlîbûna 700 delegeyî ji tevahiya Bakûrê Sûriyê û Herêmên cûda yên wekê Tebqa, Reqa, Minbic,Dêrezorê , Ewropa, Şengal û başûrê Kurdistanê berdewam dike.
Di Kongereyê de dê îro rapora kar û xebatê ya Kongreya Star were xwendin û nîqaş li ser werin kirin. Her wiha dê pêşinyar jî werin kirin. Paşê dê biryarên encemneya Kongre derkevin pêş. Her wekê din dê Meclisa Desteya Rêveber a Bakûrê Sûriyê jî were hilbijartin.
Kongere bi niqaşan berdewam dike.