Kongreya 7'emîn a Kongreya Star di roja duyem de didome! 2018-08-17 12:05:46   GIRKÊLEGÊ- Kongreya 7'emîn a  Kongreya Star  ya ku bin duruşmeya "Bi rihê berxwedana serdemê em ê Şoreşa jinê civakî bikin" hat destpêkirin di roja xwe ya duyem de bi nirxandinan û nîqaşan berdewam dike.    Kongreya 7'emîn a  Kongreya Star  ku li Bajarokê Rimêlanê li navenda Aram Tîgran hatiye li darxistin di roja xwe ya duyem de bi tevlîbûna 700 delegeyî ji tevahiya  Bakûrê Sûriyê û Herêmên cûda yên wekê Tebqa, Reqa, Minbic,Dêrezorê , Ewropa, Şengal û  başûrê Kurdistanê berdewam dike.   Di Kongereyê de dê îro rapora kar û xebatê ya  Kongreya Star were xwendin û nîqaş li ser werin kirin. Her wiha dê pêşinyar jî werin kirin. Paşê dê biryarên encemneya Kongre  derkevin pêş.   Her wekê din dê Meclisa Desteya Rêveber a Bakûrê Sûriyê jî  were hilbijartin.   Kongere bi niqaşan berdewam dike.