Konfiranisa 6’emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan bi biryaran bi dawî bû
- 11:53 16 Tebax 2018
- Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma ”Meş li ser Şopa Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku bi beşdarbûna 400 delegeyan hatibû lidarxistin bi hilbijartinan bi biryaran bi dawî bû.
Bi dirûşma ”Meş li ser Şopa Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku bi beşdarbûna 400 delegeyan hatibû lidarxistin bi hilbijartinan bi biryaran bi dawî bû. Piştî nîqaşên berfireh ji aliyê delegeyan ve hatin kirin, Meclîsa Kantona Şehbayê,Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Efrînê,Ragihandina Azad û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Konferansa Malbatên Şehîdan a Şahbayê li gel hat pîroz kirin.
Paşê ev pêşinyar ji aliyê delegeyan ve hatin kirin:
*Alîkariya madî û rawanî ji bo hemû Malbetên Şehîdan,
*Perwerdekirina Endamên Maclîsa Malbatên Şehîdan,
*Pêxistina Pirojeyên taybet ji bo Malbetên Şehîdan.
*Hesab Xwestin ji hemû partiyên girêdayî(ENKS) yên ku hêştin Efrînê were dagirkirin.
*Rakirina Peyva Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocelan û bikaranîna gotina Rêberê Gelan Abdulah Ocalan.
Piştire Rêziknamaye Hundirîn ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şêrîn Silêmen ve hat xwendin li gel nîqaş û pêşniyaran ji aliyê delegeyan ev ji 18 biryarên hatin girtin 5 yên girîngin wiha ne:
1-Saziyên Malbatên Şehîdan got Azadiya Rêber Apo Azadiya kurdistanê ye û em Efrînê dibînin ji bo vê yekê pêwîst e bi hemû derfetên xwe em tekoşînê bimeşînin.
2-Divê em ji bo Meclîsa Malbatên Şehîdan xebata xwe mezin bikin. Pêwîste bi parêznama Rêber Apo em xwe perwerde,bikin.
3-Ji bo di rizgarkirina efrînê de em bibin bersîv pêwîst e di kar û xebata xwe de em hin zêdetir xwe bi rêxistin bikin.
4- Divê ji aliyê vekirina perwerdeyan de rêxistin were kiirn.
5-Pêwîst e Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemû xebata xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bike.
Piştî biryaran hilbijartina Hevserokên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Cîgirên wê ji aliyê Komîseriya Bilind ya hilbijartinan ve hat çêkirin û di encamê de 2 Hevserok û 3 Cîgirên wê yên bi navê Rênas Ehmed, Edana Şêx Muhemed, Xelîl Ehmed, Leyle Elî Xoce, Xelîl Iso.
Di dawiya Konferansê de Mûnzir Diyar wiha axivî: “Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan li Rêber Apo, Gelê Kurd û hemû pakrewanên azadiyê pîroz be. Divê malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina Efrîn bi hemû hêza xwe xwe têkoşînê bidin.“