Konfiranisa 6’emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan bi biryaran bi dawî bû 2018-08-16 11:53:55   ŞEHBA - Bi dirûşma ”Meş li ser Şopa Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku bi beşdarbûna 400 delegeyan hatibû lidarxistin bi hilbijartinan bi biryaran bi dawî bû.   Bi dirûşma ”Meş li ser Şopa Şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a ku bi beşdarbûna 400 delegeyan hatibû lidarxistin bi hilbijartinan bi biryaran bi dawî bû. Piştî nîqaşên berfireh ji aliyê delegeyan ve hatin kirin, Meclîsa Kantona Şehbayê,Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Efrînê,Ragihandina Azad û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Konferansa Malbatên Şehîdan a Şahbayê li gel hat pîroz kirin.   Paşê ev pêşinyar ji aliyê delegeyan ve hatin kirin:   *Alîkariya madî û rawanî ji bo hemû Malbetên Şehîdan,   *Perwerdekirina Endamên Maclîsa Malbatên Şehîdan,   *Pêxistina Pirojeyên taybet ji bo Malbetên Şehîdan.   *Hesab Xwestin ji hemû partiyên girêdayî(ENKS) yên ku hêştin Efrînê were dagirkirin.   *Rakirina Peyva Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocelan û bikaranîna gotina  Rêberê Gelan Abdulah Ocalan.   Piştire Rêziknamaye Hundirîn ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  Şêrîn Silêmen ve hat xwendin li gel nîqaş û pêşniyaran ji aliyê delegeyan ev ji 18 biryarên hatin girtin  5 yên girîngin wiha ne:    1-Saziyên Malbatên Şehîdan got Azadiya Rêber Apo Azadiya kurdistanê ye û em Efrînê dibînin ji bo vê yekê pêwîst e bi hemû derfetên  xwe  em tekoşînê bimeşînin.   2-Divê em ji bo Meclîsa Malbatên Şehîdan xebata xwe mezin bikin. Pêwîste bi parêznama Rêber Apo em xwe perwerde,bikin.    3-Ji bo di rizgarkirina efrînê de em bibin bersîv pêwîst e di kar û xebata xwe de em hin zêdetir xwe bi rêxistin bikin.   4- Divê ji aliyê vekirina perwerdeyan de rêxistin were kiirn.   5-Pêwîst e Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemû xebata xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bike.   Piştî biryaran hilbijartina Hevserokên Meclîsa Malbatên Şehîdan  û Cîgirên wê ji aliyê Komîseriya Bilind ya hilbijartinan ve hat çêkirin û di encamê de 2 Hevserok û 3 Cîgirên wê yên bi navê Rênas Ehmed, Edana Şêx Muhemed, Xelîl Ehmed, Leyle Elî Xoce, Xelîl Iso.     Di dawiya Konferansê de  Mûnzir Diyar  wiha axivî: “Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan li Rêber Apo, Gelê Kurd û hemû pakrewanên azadiyê pîroz be.  Divê malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina Efrîn bi hemû hêza xwe  xwe têkoşînê bidin.“