'Êzidî bi ferman û qetlîaman nayên tunekirin'

  • 10:37 14 Tebax 2018
  • Rojane
Orîvan Ebdo/ Delîla Axîn 
 
ŞENGAL - Şervana  YJŞ,ê Newal Raperîn derbarê  teqîna gundê Sîbaşêx Xidir û Teilezêr yê girêdayî Şengalê de ku di sala 2007'an  de pêk hat axivî û got: "Yên ev komkujî pêk anîn di heman demê de bi fermana di 3'yê Tebaxa 2014'an de Şengal radestî çeteyên DAÎŞ'ê kirin heman  bûn."
 
Di sala 2007 an de li 14 Tebaxê de teqînek mezin li gundê Sîbaşêx Xidir û Tilezêr yê girêdayî Şengalê pêk hat. Di vê teqînê de bi sedan kesî  jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bun. Ev teqîn bi armanca gelê êzidî tuna bikin hatin kirin. Şervana YJŞ'ê Newal Raperîn ku derbarê mijarê de nirxandin kir diyar kir ku êzidî bi ferman û qetlîaman tune nabin.
 
'Dema teqîn pêk hat hên PDK'ê li wê bûn'
 
Şervana YJŞ,ê Newal Raperîn di despêka axaftinê xwe de wihe behsa teqîna 14 Tebaxa 2007 an dike û dibêje. " Di serî de ez hemû şehîdên ku di teqîna Sîba  Şêx û Tilezêr de Şehîd bûna bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Ez ji gundê Tilezêr ê girêdayî Şengalê me. Deme ku teqîn li Sîba Şêx û Tilezêr çêbû, herdû gund ji alîyê Asayişa PDK'ê ve dihatin parastin. Di wê demê de hat gotin ku bi destê erebên derdora gundên me pêk hatîye lê ya rast tiliya Asayişa PDK'ê jî tê de heye. Hege bixwasta dikarîbûn asteng bikin an jî biparasta. Çewa di bû ku çar wesayitên bombebarkirî dikaribûn derbasî gundê me bibûya. Mîna vê pirsê gelek pirs hatin kirin û derheqê hukumeta heremê de gelek şik çêbûn." 
 
Newalê dibêja ku dema ku teqîn çêbû hemû gûnd hejîya û wiha dirêjî da axafitna xwe: " Seeta teqînê pir bi plan bû hatibû diyarkirin.  Teqîn di 14 tebaxa 2007'an  de saet di 7 ê evarî de pêk hat. Ev seet pir bi zanebûn hatibû diyarkirin. Ji ber ku seeteke ku herî zêde gel di nava kolana de di nava bexçeyên xwe de bûn. Jî ber germa havîne herî zêde gel di vê seetê de derdiket derve."
 
'Dema teqînê ez 7 salî bûm'
 
Newal a ku di 7 saliya xwe şahidiya teqînê kiriye di berdewamiya axafitin xwe de wiha dibêje:  "Ez wê demê 7 salî bûm. Ez jî di nava kolanê de li gel hevalên xwe bûm carekê de teqîneke ku bi tu awayî nehatibû dîtin û bihîstin çêbû. Me nizanîbû em çi bikin. Min gellek kes bê serî bê  ling û dest dîtin. Vê komkujî li ser jiyana min gelekê bandor kir û ez wan dîmenan wan dengan tu carî ji bîr nakim. Min bi çavên xwe dît ku çawa kesên di bin xaniyan de man,  bê dest,bê serî, zarokên di bin keviran de mirîn. Wê demê jî em êzidî di komkujiyakê re derbas bûn. Di teqînê de bi sedan kuştî û birîndar çêbûn. Gelek kesên ku di teqîna 14'ê Tebaxa 2007'an de birîndar bune hîna rewşa wan ne diyar e. Ji ber ku dema teqîn çêbû dewlata Amerîka bi balafirên xwe birîndar rakirin ji bo ku wan tedawî bikin lê hîna ew birîndar winda ne."
 
Şervana YJŞ.ê Newal Raperîn gotinên xwe wiha bi dawî dike: " Di dîrokê de heya roja me ya îro hertim em êzidî bi ferman û komkujiyan ra rû bi rû mane. Dema ku mirov Li dîroka Êzidxanê temaşa dike ferman û komkujî tên ber çavêN mirov. Lê bi rastî jÎ em dibêjin ku çiqasî dijmin bixweze me tune bike em tune nabin. Em ê hertim li berxwe bidin. Em careke din rê nadin ku gelê me di êşeke wiha re derbas bibe."