Li sûka Şirnexê çalên hatine kolandin welatiyan asteng dikin
- 09:48 14 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX- Li Şirnexa ku di dema qedexeyan de ji sedî 70’ê yê wê hat hilweşandin, welatî li ber xwe didin. Bajarê ku bi TOKÎ’yan li her derê wê çal hatine vedan û bi alavên înşatê hatine dorpêçkirin, welatî dixwazin demildest pirsgirêk bê çareserkirin.
Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ji sedî 70’ê bajar hat hilweşandin û li 8 taxan bi hezaran xanî hatin hilweşandin û li şûnê înşata TOKÎ hat destpêkirin û hîna didome. Nayê zanîn ku wê kengî avahî teslîmî malbatan bê kirin. Ev saleke ji ber avahiyan ji bo welatiyan qada jiyanê nehat hiştin.
Kepçe, maşîneyên kar, hesin û têkoşîna xwegîhandina malê
TOKÎ’yên piştî pevçûnan hatin destpêkirin û hema hema ji sedî 70’ê bajar pêçaye, xaniyên mane jî di bin rîska hilweşînê de ne. Ji ber avahiyên ji 10 katî zêdetir ne rê û ne jî taxek sererast maye. Wesayît bi zehmetiyek mezin dikevin taxan û welatî piştî hezar astengiyan tên malên xwe. Hesin û textên ji bo înşatê tên bikaranîn jî avêtine ser riyan.
Du zarok ketin çala ser vekirî
Ji ber meha havînê ye her der bûye ax û gel ji textên danîne ser çalan derbas dibin. Tevî hemû bertekên gel şaredarî tu xebatê nake. Şêniyên taxa Yeşîlyurt diyar kirin ku çalên ji ber kanalîzasyonê hatine vekirin jî jiyana zarokên li derve dixebitin dike xeterê.
Jinekê diyar kir ku çala li ber mala wê ji ber ser vekiribû du zarok ketinê û got tevî bi dehan carî gilî kirine jî ser wan nayê girtin.