Em dayikên şehîdan şopedarê felsefeya azadin emê dîwarên tecrîdê bişkînin

  • 09:13 14 Tebax 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
GIRKÊLEGÊ- Dayikên şehîdan yên Meclisa Malbatên Şehîdan li Girkêlegê diyar kirin ku  felsefeya azad a ku  di oxira wê de me zarokên xwe  dane, em ê şopedarê wê bin û heya dawiyê  ji bo azadiya Rêberê Apo em ê tekoşîn. bikin.
 
Rêberê PKK'ê  Abdulah Oclan di sala 1999'an de bi kompiloyeke navneteweyî dîl girtin. rêber Apo di nava dîwarên imraliyê de bi salane bi fikra xweya azad tekoşînê dide, li dijî dewleta tirk. Dewleta tirk jî bi hemû hêza xwwe tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran dike ji bo  ku daxwaza azadiyê ya Gelê kurd têk bibe. Lê her roj jinên rojavayê Kurdistanê û bi teyibet dayikên şehîdan girêdana xwe bi rêber Apo re zindî dikin û dibêjin:" Pilanên kompilogeran vala derketin, tû kes nikare me ji rêber Apo  qut bike em ê dîwarên  îmraliyê bişkînin."
 
'Em ê ji bo rêberê xwe her li ber xe bidin'
   
Dyika bi navê Beîa Ehmed wiha nêrîna xwe anî ziman: " Li ser bingehê yekîtiya gelan û jiyana hevbeş û ji bo avakirina jiyaneke azad   û bidestxistina mafên jinan, Rêber Apo tekoşîneke bê hempa da meşandin. Ji bo wê jî dewleta tirk ya dûrî hemû nirxên mirovahiyê Rêberê Gelan Abdulla Ocalan di bin tecrîdeke giran de dihêle, dixwezin vîna gelê kurd di kesayeta Rêber Apo de bidin fetsandin, ji dîrokê heta niha kîjan mirovên ji bo mirovahiyê evqas berxwedan  kiriye û heta niha bi fikrên xweyên  azad gelan bi rêvedibe. Bila dewleta tirk baş bizanibe her ku tecrîd giran dibe hêz û girêdana me bi Rêber Apo re qayim dibe.  Tû kes dê nikribe me ji rêberê me qut bike û her em ê dayikên şehîdan şopedarên felsefeya Rêber Apo bin û ji bo şikandina tecrîdê di nava xebat û tekoşînê de bin." 
 
'Rêber Apo jina kurd hînî heqîqetê kir'
 
Dayika bi navê Kamila temê jî da zanîn ku fikra rêber Apo jina kurd hînî heqîqetê û hebûnê kir wiha axvtina xwe domand: " Bi salan e jin di komkojî û qirkirinê re derbas dibûn. Heta derketina fikra azad a rêber Apo em jin hînî heqîqeta rast a jin û hebûna wê kirin. Gelo heta niha me çi kiriye ji bo em layiqî Rêbertî bin.  Helbet dibÊ em rih û can bikin yek û bi şev û rojan li ser piyan bin,  ji bo ku em pilanên kompilogeran vala derbixin û Rêberê xwe azad bikin.  Ji ber  tecrîda li ser rêber Apo tê meşandin ya li ser tevahî mirovahiyê ye.  Felsefeya azad a ku  di oxira wê de me zarokên xwe  şehîd dane, em ê şopedarê wê bin,  heta em azadiya rêber Apo bidest bixin û dîwarên  Îmraliyê bişkînin."