Emîna Omer: Armanc çareserkirina qirîza sûriyê ye!

  • 09:11 14 Tebax 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer diyar kir ku armanca me ya sereke ku em aloziya sûriyê bi nêrîneke hevbeş çareser bikin.
 
Hevseroka Meclîsa sûriyeya Demokratîk(MSD) Amîna Omer li ser rewşa siyasî ya dawî ji mîkrofona me re axivî û li se geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê nirxandinên girîng kirin. Amîne wiha  got: “Ev du hevdîtin di navbera MSD û Rêjîma Sûriyê  de pêk tên hevdîtina yekem  li ser avakirina qomîteyan ji bo hevdîtin  berdewam bike hat çêkirin û di hevdîtina duyemîn de ku di 8’ê mehê  de pêk hat jî  komîte hatin avakirin.  Heft kes ji MSD’ê û heft jî ji rêjîma Sûriyê li Şamê li hev kom bûn.” 
 
Emîna, de berdewamiya axavtina xwe de anî ziman ku nîqaşên di navbera MSD’ê û rejîmê de hatin kirin bi taybetî li ser mijara pejirandina rêverberiya xweser û li ser qanûnên  rêveberiya herêmî hatine pêşxistin.” 
 
 Armanc nexşerêyekê hevbeş di navbera aliyan de nîqaşkirine!
 
Emîna, bal kişand  ser  armanca nîqaşan û wiha vegot:”Mijara sereke ji van hevdîtinan ew e ku MSD’ê û Rêjîma Sûriyayê  bigihêjin nerîneke hevbeş li ser çareserkirina  qirîza sûriyêye û Nexşerêyeke nûh li gorî Sûriyeke demokratîk  bidin avakirin e.”
 
‘Şerê li idlib wê dawiya çetan bîne’
 
Emîna di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Idilbê û wiha got:“Şerê li îdlibê wê dawiya çetan bîne. Ji ber ku navevda herî zêde çete tê de hene Idlibe. Ger Rûsiya, Tirkiye û Îran li hev bikin wê di demekê kin de Idlibê ji destên cebehetul- Nûsra were rizgar kirin. Lê niha wekê ku em dibînin şer ji milê Başûr ve li Idlibê  dest pê kiriye, Îran helwesta xwe diyar kir û dixwaze şer dest pê bike. Lê Tirkiye ji ber ku bi pirsgirêkên xwe yên hundirîn re maye û rewşa wê ya aborî xerab e dibe nexwaze şer li Idlibê dest pê bike. Rûsiya  derfet daye Tirkiyê ji bo ku çareseriyekê li Idlibê de çêke.”
 
'MSD amadeye ku krîza sûriyê çareser bike'
 
Emînayê di dawiya axaftina xwe de wiha  got:“Ji ber ku Hêzên  Sûriyeya Demoqratîk (QSD) hîn tu biryar nedaye ku ka wê cihê xwe di şerê Idlibê de bigire yan na.  Bi giştî ji bo rewşa Sûriyeyê ku bi diyaloga di navbera hemû aliyên siyasî de were nîqaşkirin û careseriyek ji bo Sûriyê bê dîtin em amade ne.”