'Di du salan de Minbic veguherî mozaîka gelan'

  • 09:06 14 Tebax 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
MINBIC- Jinên bajarê Minbicê ku her yek ji pêkhateyeke cuda ye, jiyana xwe ya di pêvajoyên derbasbûyî û niha dijîn anîn ziman,  Jinan diyar kirin ku ji beriya du salan ew ji rastiya xwe hatbûn durxistin. Minbica ku bi netewên xwe yên cuda cud  tê nas kirin bibû yek reng.
 
Bajarê Minbicê ku weke muzayîk a gelan tê bi navkirin, di nava xwe de çar pêkhateyên cuda;tirkmen, çerkez, ereb û kurd dihewîne. Ev yek jî rengîniyeke  cuda bi xwe re tîne. Lê di encama derbasbûna gelek hêzan di vî bajarî re, her ku çû civak ji rastiya xwe ya xwezayî hat durxistin.
 
Him Rêjîma Baasê, him Çeteyên DAIŞ’ê civaka Minbicê parçe kirin û rastiya wê ber bi tune bûnvê ve birin. Lê niha piştî rizgarina Minbicê di 15 Tebaxa 2016’an ku du sal di ser rigarkirina wê re derbas bûn, êdî bajar bi rengekî xwezayî vegeriya ye rastiya xwe. Rastiya ku Minbicê mînaka jiyana hevbeş û demokartîk e. Me jî di vî derbarê de ji pêkhateyek Minbicê yên cuda ji her yekê nêrîn  girt. 
 
‘Jiyana niha hemû zordarî bi xwe re bir’
 
Necah Hec Mihmed ku bi eslê xwe tirkmen e wan jî para xwe ji tundiyê girtine.  Necahê wiha dibêje: “Em li ser rewşa xwe bejin, di dema DAÎŞ’ê de nêzkatiyên çeteyan ji hemû pêkhateyan re wekî hev bûn. Maf û azadiya hemû netewan hatibû astengikirin. Çeteyan di bin navê rizgarkirin û başkirina bajar de bajar hilweşandin. Lê jiyana ku niha em dijîn, ew salên dagirkeriyê hemû bi xwe re têk birin. “
 
‘Zihniyeta netewdewletê rastiya civakê têk birbû’
 
Mûna Zekeriya ku bi eslê xwe ereb e jî da diyarkirin ku zihniyeta netewdewletê hebûna erebên Minbicê bê wate kir û wiha axivî: “Bi giştî îdoelojiya desthilatdar ya netewdewletê ya Sûriyê jî li ser gel bandoreke xwe ya neynî dikir. Vê zihniyetê cudahî xist navbera hemû pêkhateyan. Lê niha di pêvajoya netewa demokratîk de, nêzkatî û nêrînên derbarê hev ê gelan de hatin guhertin. Îro hemû pêkhate ji hev fam dikin û bi awayekî hevbeş bi hev re dijîn. Em di pêvajoya Çeteyan re jî derbas bûn, ew dema ya herî zehmet û dijwar bû. Buyerên ku jinên Minbicê di wê demê de jiyan tu kesî heta niha nejiyane.”
 
‘Çerkez her tim hedefa tundiyê bûn’
 
Her wiha Zehîde Îshaq ku bi eslê xwe Çerkez e destnîşan kir ku Çerkez her tim rastî binpêkirina mafan hatine, sedema vê yekê jî hejara wan a kêm bû. Zahîde wiha axafitna xwe berdewam kir: “Di dema Rêjîma Baasê de, pergala wan divê yek reng, yek ziman û yek netew bûya. Em li dijî dewletan dernektin, me rewşa heyî qebûl dikir û me zirara xwe ne dighand kesî. Ji ber êrîşên domdar ku bi ser me de dihatin em bibûn xwedî taybetmendiyeke wiha. Di dema Çeteyên DAIŞ’ê de hemû civak rastî vê hovîtiyê hatin. Çeteyan digotin yan hûnê weke me bin, yan hûnê werin qetilkirin. Ev jî dirûşma wan bû.”
 
‘Çerkez vegeriyan rastiya xwe’
 
Zehîdeyê rastiya  çerkzan pênas kir û wiha got: “Em weke çerkez li dijî rastiya DAIŞ’ê derketin. Ji ber ku em gelekî wiha ne ku em  neteweyek xwedî bawerî bûn. Ji ber vê jî me dizanibû ev kiryarên çeteyan ne rastiya ola me ne. Em qet nêzî wan nebûn û me fikira wan qebûl nekir. Herî dawî em bi saya hêzên Sûriya Demokratîk ji hovîtî û dagirkeriya wan rizgar bûn. 
Piştî rizgarkirina me ji çeteyan û di pêvajoya ku em niha dijîn de, êdî reng û hebûna hemû pêkhateyan derket holê. Niha Minbic dîsa veguherî rastiya xwe ya muzeyîk a gelan. Ev pergala demokratîk kesî li ser me feriz nekir, lê ji ber ku me jê hez kir û me xwe di nav de dît me bi awayekî xwezayî qebûl kir."
 
‘sîstemên borî civak bê nas name kirbû’
 
Herî dawî Elya Şahîn ku bi eslê xwe kurd e got ku di encama derbasbûna gelek hêzan di Minbicê de, kurdên Minbicê êdî nasnameya xwe winda kirbûn û ev tişt got: “Di hemû pêvajoyan de jî em weke kurd yên herî zêde rastî van kiryaran dihatin. Ev yek bû sedem ku em ji rastiya xwe dur bikevin û nas nameya xwe winda bikin. Lê niha her netewek dikare bi ziman, çand û nasnameya xwe tevbigere. Lê di dema pergalên înkarker de tenê zimanê erebî dihat bikaranîn.”
 
‘netewa Demokratîk vegera li nasnameya xwe ye’
 
Elyeyê da diyarkirin ku ew niha di têkoşîna vegera li zimanê xwe de ne û wiha dawî li axafitna xwe anî: “Van êrîşan ji me  re rastiya netewdwletê vegot. Lê piştî rizgarkirinê em ketin ferqa ku em çiqas durî rastiya xwe û civaka ku em  tê de dijîn. Ez bi xwe jineke kurd ji Minbicê me, lê ez zimanê xwe zêde nizanim. Ev bi serê xwe yek ji encamên zihiniyeta netew ewletê  ku li ser me hatbû ferzkirin. Lê niha em dikarin bi awayekî pir hêsan fêrî zimanê xwe bibin û li nasnameya xwe vegerin.”