Dengê Vejîneke Nû
- 09:02 14 Tebax 2018
- Rojane
Zehra Tunç
MEXMÛR - Di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de 15’ê Tebaxê, ango Roja Vejînê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Bi guleya yekem a ji volkanekê mezintir deng dayî û ji dijminên mirovahiyê re bûyî tirsa mezin, herikîna dîrokê guherî. Dijmin û neyarên kurdan jî di ferqê de ne û ji ber vê çendê, heya roja îro jî dema salvegera 15'ê Tebaxê nêz dibe, tirs û xof dikeve dilê wan. Di nava gel de piranî Roja Vejînê ji zilaman tê pirsîn û wan li ser nirxandin dikiriye. Me xwest vê carê bi çavê jinê, hest û feraseta wê li amadekarî û xebatên 15’ê Tebaxê binêrin.
Em çûn nava kolanên Mexmûrê û me xwe gihand çend jinên ku di wê pêvajoyê de dest bi rêwîtiya bê veger kiribûn û hê jî bi baweriyeke mezin li ser vê riya heqîqetê ku îro pêşengiya wê jinên kurd dikin. Dema me ev agahî berhev kirin jî em, di kesayeta jinê de rastê heqîqeta jinên kurd ên ku ligel her cure zehmetî, koçberî û tadeyê, dîsa jî bi sekneke ji xwe bawer, wêrek û serbilind disekinîn, hatin. Sekneke bi heybet ku ji bo her jinekê çavkaniya hêzê ye. Her yek ji wan bi awayekî gelek xwezayî qala hevalê Egîd û wê pêvajoyê dike; ji silavdayînekê bigire heya her kêliya jiyanê. Weke ku duh hatibe jiyîn, wisa zelal di bîra wan de maye. Dema qala wan rojan dikirin, bê hemdê wan, kenek dihat û li bîbikên çavên wan rûdinişt. Kenekî ku bi peyv û bêjeyan nayê vegotin, lê kefxweşiya her kêliyekê direqisand di nav paşeroja wan de.
Silavdayîna Jinan
Eyşê Atak; wê demê hê jinek ciwan e, nû zewiciye. Zaroka wê ya destpêkê law dibe û navê wî dike Egîd. Egîdê dayika Eyşê bi çîrokên têkoşîna vejînê mezin dibe. Jixwe piştre li pey çîrokên pê mezinbûyî diçe û dibe parçeyek ji wan çîrokan. Dayika Eyşê, her kêliyeke bi wate ya wê demê qewimiye, ji silavdana wan heya rûniştinê, ji çanteyê milê wan heya goreya di lingê wan de ji bîr nekiriye û wiha qala wan rojan dike: "Dema giya dirûnê bû. Em diçûn giya. Me qebale girtibû ka dê kî zêdetir giya bidirû. Di wê navbera ku em wisa bi lez dixebitîn de, me dît sê zilam ber bi me ve tên. Heya wê demê me nedizanibû ku heval hene. Derheqê wan de heya wê kêliyê me tiştek nebihîstibû. Hevjînê min, ji min re got ka tu hinek dûr raweste, heya ez bizanim ka ev kî ne, dibe ku me bigirin, bila te negirin. Min ew ji dûr ve dîtin, çenteyek rîs li milê yekî bû û çekek bi wan re bû. Cuda dixuyan, pir cuda! Dema hatin gel hevjînê min, yekser silav dan û li ba wan rûniştin. Hinek sohbet kirin û paşê hevjînê min gazî min kir."
Eyşê wiha dirêj da axafitna xwe "Ez çûm cem wan. Destpêkê her sê hevalên xort rabûn ser piyan û hatin destê min girtin. Heya wê demê li herêma me jin û mêran merheba nedidan hev. Dema hatin deste min girtin, em hemû şaş man. Hinekî rûniştin, pirsa gundên derdorê kirin, paşê yek ji wan bi zimanekî nerm û xweş zivirî û got; ‘Gelo nanê we heye, hûn ê bikaribin hinek nan bidin me?’ Me hinek nan û penîr da wan û çûn. Dema ku biçin, car din hatin destê me hemûyan girtin, xatir xwestin û gotin; ‘Ne me hûn dîtine, ne jî we em...’ Bi gavên nerm hêdî hêdî ji me dûr ketin. Her ku ji me dûr diketin, dizivirîn û li pey xwe dinêrîn. Em şaş û maşo bibûn. Di hişê me hemûyan de pirsa ‘gelo ew mirov kî bûn û ji kû hatibûn? "
‘Ew hevalê Egîd e’
Dayika Eyşê axaftina xwe berdewam dike: "Wê demê em ji bo du mehan çûn Silopiyê û li wê derê man. Paşê em car din hatin gund. Dema ez giham gund hema ez yekser ketim nav bexçe. Wexta ku ez li nav bexçe digeriyam, min dît hinekan zebzeyên baxçeyê diya min çinî bûn. Dema min xwest bibêjim; ji bo ku em pê nehesin hevalan jê kirine, dayîka min yekser gotina min birî û got; ‘Na keça min, min duh jê kirin.’ Rojekê xweş a biharê ku dîsa ez li ber derî sekinî bûm; min car din heval dîtin. Kesê ku minê paşê bizaniya ew heval Egîd e, minê bidîta. Belê, yê di nav baxçe de ji hevalê Egîd wêdetir ne yekî din bû! Heval Egît ber bi min ve hat û got; ‘Rewşa te çawa ye? Tu baş î?.’ Min jî ew bersivand. Lê, a rast wê kêliyê min nedizanî ew hevalê Egîd e… Min ji dayîka xwe re got, dayê min careke din jî ew zilam dîtibû. Dayîka min piştî bêhnekê ku wiha hema li min nêrî piştre got; ´Keça min ew heval in.´ Min jî bersiva wê da û jê re got ku çima em hinekê neçin gel wan rûnenên û sohbet nekin. Dayika min yekser û bi dengekî ji xwe bawer got; ‘Nabe! Bila kes nezane me ew kes dîtine.’ Dema ku dayika min qala wan dikir, ez gelek pê bandor dibûm. Piştî şehadeta hevalê Egîd nû minê bizaniya ku kesê min berê dîtibû ew bi xwe bû."
Dayika Eyşê bahsa Bêrîvanê jî kir û ev tişt got: "Piştî wan hevalan min hevala Bêrîvan û hevalê Xelîl dîtin. Êdî ez ne weke berê bûm. Dema dihatin ez li cem wan rûdinştim û min bi wan re sohbet dikir. Tenê min û tiyê xwe mesele dizanibû û em bi wan re dixebitîn.”
‘Çekgirtina jinan ji me re balkêş dihat’
Eyşê Sipêndarokê ku hevjînê wê bi naskirina heval Egîd wan re, tevlî tevgerê dibe jî wiha qala bîranînên xwe yên wê demê dike: "Meha Tebaxê hevalê Egîd hat mala me, du hevalên jin jî pêre bûn û bi giştî 16 heval bûn. Navê wan her du hevalên jin Xezal û Meryem bû. Hevaleke din jî hebû bi navê Zahîde, lê ew wê rojê nehatibû. Hevalên jin hinek dûr sekinîbûn, paşê hevjînê min Mehmud ji min re got, biçe ba wan. Em çûn li ba wan rûniştin, me sohbet kir. Herî zêde jî me li cil û çekên di dest wan dinêrî. Ji me re ecêb û seyr dihat ku jin çekê bidin milê xwe û şer bikin. Li gel me jinên jîr hebûn, ji karên weke giya dirûnê bigire, di her karî de ji zilaman jêhatîtir bûn û zilaman bi qasî wan nikaribûn kar bikin. Lê me nedîtibû jin çekê rakin û bikevin nava koma mêran. Ji wê rojê û pê de, êdî Mehmud qala wan şêrejinan ji me re dikir. Wêneyên Rêbertiyê nîşanî me dikir û bi me dida nasîn. Dema ku hevalê Egîd hat û me dît, ji me re got; ‘ev hevalê Egîd e, fermandarê me ye.’ Mixabin ji ber dem û rewşa wê demê, zêde şans û derfeteke min a ku ez rûnêm û pê re bipeyvim çênebû. Min tenê dît. Ji ber wê, ez gelek xweziya xwe bi wan rojan tînim û dibêjim çi heyf ku ez li gel rûneniştim û pê re neaxivîm. Jixwe piştî nasîna me bi demekê, em bi şehadeta wî hesiyan. Şehadeta heval Egîd bi qasî çalakiya wî bibandor bû û gel şiyar kir.”
Dayîka Eyşê balê dikêşe ser operasyonên ku hemû herêm dabûn ber xwe û dibêje: “Gilî hat kirin. Ji ber wê jî li ser gund operasyon çêkirin, lêgerîna mala me kirin û tifinga hevjînê min Mehmud birin. Ji xwe dizanîn ku Mehmud li ba hevalan e. Operasyonê berdewam kir, nesekinî heya ku heval şehîd bûn. Li ser riya Bestayê hevala Zahîde şehid bû. Em çûn ser cenazeyê wê! Biraziyê Mehmud, Qelender jî li gel hevalê Egîd şehîd bû. Di wê pêvajoyê de sê keçên ciwan yên herêma me jî tevlî bûn. Paşê hevala Bêrîvan hat herêma me. Herêm ji cihgirtina jinan a di nava têkoşînê de bi bandor dibû. Jixwe di pêvajoya hevala Bêrîvan de gelek jinên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Hevala Fehîme û Xezal jî piştre li Silopiyê bi jinan re hatin ba hev û gelek civîn li ser rola jin a di nava şoreşê de, dîsa girîngiya têkoşîna jinê, li dar xistin.”
‘Ev hevalê Egîd e!’
Xoxê Anit jî destnîşan kir ku di wê pêvajoyê de hevjînê wê Bedran Gundikremo tevlî nava refên şoreşê dibe û wiha pêde diçe: “Destpêkê Hevalê Bedran ket nava kar û barê şoreşê. Hem me, hem jî derdora me, têkoşîn bi riya heval Bedran nas kir. Şevekê Heval Egîd hat mala me. Dema ku heval Egîd hat mala me, li ber ronahiya heyvê min li eniya wî nêrî. Ji serî heya lingan, heya hemû bejin û bala wî, ew goreya wi ya heya ser çokan… Min xwe bi xwe digot, gelo ev kurê kî/ê ye ku ewqas lihevhatî û jêhatî ye. Bedewiya hundirê wî, xwe li ser rûyê wî gelek xweş dida der. Av xwest, dema min av dayê, vexwar û car din tasa avê li min vegerand û winda bû. Min nedît bi kû de çû! Heciyê tiyê min li min vegeriya û got; ‘Tu dizanî, ew hevalê Egîd e.’ Bi gotina wî re ez di cihê xwe de mam. Min jê re got ku çima zûtir ji min re negotiye daku min hîn baştir lê binêriya. Ji ber ku min navê wî bihîstibû lê min nedizanî ew e. Hîn di wê demê de, ji tevger û nêzikatiyên wan, ji rabûn û rûniştina wan diyar bû ka wê bibin xwedî bîr û baweriyek çawa."
‘Navê Kurd û Kurdistanê hatibû jibîrkirin
Bêrîvan Kabûl jî di derbarê wê pêvajoyê de wiha got: “Di sala 1984´an de, dema ku hevalê Egîd hat herêma me, ji zûve bû ku navê kurd û Kurdistanê hatibû jibîrkirin. Bi navê hebûnê, her tişta ku hebû bi me dabûn jibîrkirin. Beriya hatina koma heval Egîd, hin komên din yên wek KUK´ê hatin herêmê û xwestin li herêmê bi cih bibin, lê kesî elaqe nîşan neda û li pey wan neçû. Dema heval Egîd hat herêmê, bi silava destpêkê em hemû jin û zilam kişandin aliyê xwe; xwedî sekn û baweriyek wisa bûn ku ne pêkan bû em bikaribin ji wan dûr bisekinin. Heval Bijar, Orhan, Şiyar û Mûsa jî bi hevalê Egîd re bûn. Em wê demê li zozanan bûn. Di bin konê reş de rûniştibûn. Heval Egîd ew hatin mala birayê min. Dema ku birayê min qala wan dikir, ji min re jî dîtina wan bû mereq. Rojekê birayê min da zanîn ku mêvanê wî hene û xwest ez jî biçim alikariya hevjîna wî. Ez çûm, dema ku ez ketim hûndir yekser rabûn ser xwe, silav dan û destê min girtin. Heya wê demê çûna destê mêran di kevneşopiyên me de tune bû. Em hinek şaş man. Ew jî di ferqê de bûn ku em ji van tevgerên wan şaş dibin, ji bo wê yekser qala armanca xebatên xwe, têkoşînê kirin. Ji gotinên heval Egîd her kes bi bandor bibû û bê ku dudiliyê bijîn, dan zanîn ku ew ji bo her karekî amade ne."
´Min nedizanî ew roj nêz e´
Kabûl da zanîn ku fermandar Egîd li ser kar û xebatên jinan jî nirxandin dikir û got: "Baweriya heval Egîd gelek bi jinan hebû. Ji bo wê cihgirtina jinê ya di nav karê şoreşê de girîng dihesiband. Hevjînê min û birayê xwe bi hev re çûn leşkeriyê. Ez gelek dixebitîm, ji ber wê nexweş ketim. Heval Egîd ji xwesûya min pirsî ka çima her du zarokên xwe bi hev re şandiye leşkeriyê û hemû kar li ser milê min hiştine. Derbarê mafê jinê de ji xwesûya min re axivî. Sohbeta wan ewqas xweş bû ku ez jî rabûm û tevlî sohbetê bûm. Min ji heval Egîd re got, ‘Dibe niha hejmara we kêm be, lê bi vê sihbetê tu dê gelek kesan ber bi têkoşînê ve bikşînî. Wî jî ez bersivandim û got; ´Dibe hejmara me kêm be, lê bîrdoziya me bi hêze û em ê bi vê hêzê mezin bibin.' Her wiha qala valakirina gundan û pergala cerdewaniyê ya ku piştî deh salan nû wê li herêma me pêş biketa kir. Min gelek nedizanî û wate nedida tiştên ku dibêje. Lêbelê bi demê re min dît ku gotinên heval Egîd yek û yek rast derdikevin. Tevgerek hebû, tiştnan dipa biqewime, lê min nedizanî ka çi ye! Di dawiyê de ji min re got;´Tu dikarî ji van malan re bêjî hinek nan amade bikin.’ Min nedizanî amadekariyên hemleya 15’ê Tebaxê tên kirin. Ez mal bi mal gerîm û min ji wan re got, min bi xwe jî hin tişt amade kirin, qederek nan jî me pêja û ji wan re şand."
Kabûlê di dirêjiya axafitna xwe de bal kişand ser bîranînek xwe û wiha got: " Ez dixwazim ji we re qala tiştekê bikim, tiştekê ku qet ji bîra min naçe û ez gelek pê bandor bûm. Şevekê ku dîsan heval Egîd û koma xwe mêvanê me bûn, dema ku rabûn û çûn heval Egîd çaqmaqê me di berîka xwe de ji bîr kiribû. Rexmê ku gelek rê çûbûn jî dîsan zivirî û çaqmaq anî da hevjînê min û paşê dîsa vegeriyan. Xwedî nêzikatî û kesayetek cûda bû, gel ji her tevgerek wî bi bandor dibû. Jixwe piştî heval Egîd û heval Zahîde, heval Mizgîn, Ezîme, Seadet û Çîçek jî li herêma me gelek man û kar kirin. Bandora van hevalên jin li ser gelê herêmê pir zêde bû. Bi şehadeta heval Egîd re hema bêje wê salê navê hemû zarokên ku hatin dinyayê bûn Egîd. Her kesekê dixwest bi hilanîna vî navî Egîdekî bide jîn. Me Egîd wiha nas kir, wiha dît û em ê heya henaseya xwe ya dawî bi vî rengî şopdarên têkoşîna wî bin."