Ebru Gunay bûyera fihûşê ji Suleyman Soylu pirsî

  • 14:24 13 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay bûyera fihûşê ya li Kampa Telhamut a Penaberan a li Serêkaniyê ji Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pirsî. 
 
Li Kampa Telhamut a Penaberan a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê penaberên lê dimînin ji aliyê xebatkarên kampê ve bi zorê wan arasteyî fihûşê dikin. Li ser vê bûyera fihûşê ya ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  ve hat weşandin, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, bi daxwaza Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê. 
 
Gunay di pêşniyznameyê de cih da nûçeyên di çapemeniyê de belav bûne û behsa qeyda deng a li kampê kir û got arastekirina penaberan a fihûşê heta Şaredariya Serêkaniyê ya AKP’yî dirêj dibe.  Gunay têkildarî bûyerê pirs ji Soylu kirin û xwest pirsên dane bên bersivandin.