Hejmara kesên li Îdlîbê jiyana xwe ji dest dan derket 39 kesî

  • 12:56 13 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Semada ya Îdlîbê di encma teqîneke ku pêk hat de, Li gel zarok û jinan hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 39 kesî.
 
Li bajarê Îdlîb yê Sûriyeyê di teqîneke ku pêk hat de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.  Li navçeya Semada ya Îdlîbê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye di teqîna ku pêk hat de, du avahiyên 5 qat hilweşiyan. Malaçavdêriyê ya Mafên Mirovan ku navenda wê li Londonê ye, diyar kir ku di jêrzemîna avahike ku hatiye hilweşandin de teqpoya çekan hebûye û ji ber ku di depoyê de teqîn pêk hatiye bûyer qewimî ye. Herwiha malaçavdêriyê diyar kir ku depo aîdê mirovekê ku girêdayî komeke Elqaîdeyê ya bi navê Heyet Tahîr Şam e.
 
Malaçavdêriyê, destnîşan kir ku kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane 21 jê jin û zarok in û got ku sedema teqînê jî hina zelal nebûye.
 
Ji aliyekî din ve jî hat diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê jî ji bo rizgarikirina Îdlîbê yekîneyên xwe dijîne nêzî herêmên bajêr. Herwiha Rojnameya Elvatan ku nêzî rejîmê ye jî diyar kir ku rejîm amadekariya operasyoneke mezin a ji bo Îdlibê dike û yekîneyên xwe li bajarê nêzî Îdlîbê li Hamayê bi cih dike.