Dixwazin bi darê zorê derman bidin Zeynep Celaliyan

  • 12:08 13 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya Girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan ku li bajarê Xoyê di girtîgehê de tê girtin û ya 9 hevalên wê yên jin ku bi armanca hişyariyê bi dem û dorveger dabûn destpêkirin bi dawî bû.  Zeynep ya ku pirsgirêkên wê yên tendirustî zêde bûne diyar kir ku ew ê dermanên ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li tên ferzkirin qet bi kar nayne.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan ku li bajarê Xoyê di girtîgehê de tê girtin û 9 hevalên wê yên jin ku bi armanca hişyariyê bi dem û dorveger dabûn destpêkirin bi dawî bû. Şert û mercên Zeynep ya ku 11 sal e di girtîgehê de tê girtin her ku diçe zahmetir dibin.  Zeynep a ku nikare ne bi malabta xwe re û ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike niha jî mafê wê yê hevdîtin bi telefonê jî ji destê wê hatiye girtin û li gel ku rewşa wê ya tendirustiyê gelek xirabe wê nabin nexweşxaneyê.  Rêveberiya girtîgehê di bedêla ku ji bo Zeynebê pêvajoya dermankirinê bide destpêkirin bi darê zorê dermanên ku bedena mirov pûç tikin lê ferz dike. Zeynep a ku van dermanan red dike di warê dîtinê de jî pirgirêkên çav dijî.
 
Wezareta Edaletê ya Îranê red kir
 
Serlêdana Rêxistina Efûyê ya Naventeweyî jî ku ji bo rewşa tendirûstiyê ya gitiyan û Zeynebê di cih de bibîne doktor bişîne gitîgehê jî ji aliyê Wezareta Edaletê ya Îranê ve hat redkirin.
 
Piştevanî dikare rê li binpêkirina mafan bigire
 
Têkoşîna Zeynebê ya ger ku neşînin doktor wê dermanên ji aliyê rêvberiyê de lê tên ferzkirin qebûl neke jî berdewam dike.
 
Bi piştevaniya saziyên jinan û berxwedana wan a ji bo Zeynebê cezayê darvekirinê ku lê hatibû birîn paşve hat kişandin. Rêxisitnên jinan ji bo ku li hemû jinên gitî yên li Îranê rastî binpêkirina mafan tên banga hestiyariyê kirin.