Li Minbicê pîrozbahiya salvegera rizgarkirinê

  • 11:35 13 Tebax 2018
  • Rojane
MINBIC - Meclîsa Minbic ya Leşkerî bi minasebeta  2'emîn Salvegera rizgarkirina Minbicê’ pîrozbahaî li darxist.
 
Bi munesebeta 2'emîn Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê, meclîsa leşkerî li bendava Rojava şahî li darxist. Di şahiyê de bi sedan şervanên meclîsa Leşkerî, malbatên şehîdn, sazî û dezgehên rêveberiya silvîl ya demokratîk amede bûn. qada şahiyê bi alên meclîsa leşkerî, wêneyên şehîdên hemleya rizgar kirina Minbicê hat xemilandin.
 
Şahî bi merasîma  leşkerî ku hezar û 200 kesî di nav de cih girt  hat destpêkirin. Pişît mearsîma ku hat lidarxistin axaftin hatin kirin. Di destpêkê de li ser navê  Saziya Malbatên şehîdan Kefa Elî axivî. Kefayê soza şopandina riya şehîdên ku bi xwîna wan Minbic hat rizgar kirin da û salvegera rizgarkirina Minbicê  pîroz kir. 
 
Paşê jî koma zarokan ya komîteya Çand û Hûnera Minbicê stran gotin û govend hat girtin.
 
Di meclisê de rola jinê
 
Endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Ji endamên Meclisê Canfîda Dilbirîn rola jinê di meclisa Minbciê ya Leşkerî de anî ziman û wiha got: " Weke jin me cihê xwe di meclîsa Minbicê ya leşkerî de girt,  ji bo ku em hemû jinên Minbicê ku rastî bindestiyeke mezin hatbûn rizgar bikin. Mebesta me ew bû ku em hemû jinan derxînin riya rast û xeta azadiyê. Ji bo vê jî em salvegera rizgar kirina Minbicê li tevahî gel û bi taybet LI jinan pîroz dikin.
 
Endama meclisê ya bi navê  Serhildan Kato jî wiha got got: "Ez pir kêfxweş im ku weke vê rojê beriyê du salan Minbic rizgar bû. Tevlîbûna min ya nava vê meclisê jî li ser vî bingehî bû ku ez toşa tevahî şehîdan hildim.  e"
 
Silava Kobanê jî ku bi armanca rizgarkirina Minbicê tevli meclisê bûyewiha axivî: "Piştî rizgarkirina Kobanê ez tevlî Meclîsa Minbicê bûm. Tevlî bûna min ji bo ku çawa Kobanê rizgar bû Minbic jî rizgar bibe. Îro jî em salvegera rizgarkirina  Minbicê pîroz dikin."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.