Besê Qasim: Tevî hovîtiya DAÎŞ'ê min biryar da ez li Şengalê bimînim

  • 09:06 13 Tebax 2018
  • Rojane
Rûken Goman 
 
DÊRIK - Jina êzidî  Besê Qasim Xudêda  yek ji jina ku para xwe ji fermana bi serê êzidiyan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin ditiye ye. Dayika Besê ku niha têkoşîna jiyanê dide hemû malbata wê hîna di destê DAÎŞ'ê de ye. Dayika Besê dibêje ku wê heta kêliya dawîn jî xwestiye ku li ser axa xwe bijî û ger ku bimire jî bila li ser axa xwe bimire, lê ji ber tenê hatine hiştin ew ketine destê DAÎŞ'ê. 
 
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi rengekî hovana êrîşî xaka şengalê kirin û vê êrîşê wekî  firmana 73'yan ku bi serê kurdên êzidî de hat di dîrokê de  cihê xwe girt. Di encama vê fermanê de de gelek jin, zarok, ciwan, ketin destê DAÎŞ'ê û rastî  qirkirinê  hatin. Heta niha jî hîn gelek ji wan rewşa wan ne diyar e ku li ku ne û dijîn an najîn. Jina bi navê Besê Qasim Xudêda jina 75 salî yek ji jinên ku buye hedef êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê.  Dayika Besê tevî temenê xwe yê mezin bi malbata xwe re ketiye destê çeteyên DAÎŞ'ê. Lê ew dibje ku wê xwestiye  Şengalê bernede heta  di oxira wê de û  li ser xaka wê jiyana xwe ji dest bide, Lê mixabin  çetên DAÎŞ'ê Dayika Besê, zarok û hevjînê wê girtinE  û işkence kirin. Dayika Besê  niha jî bi tena xwe li Qampa Newroz ya bi ser Herêma Dêrikê ve ya Kantona Komişlo  dijî.  
 
Dayika besê wiha çîroka xwe vedIbêje: 
      
'Me xwesit em bi rûmet li ser xaka xwe bimirin lê em ketin destê DAÎŞ'ê' 
 
Dayika Besê Xudêda bi xemgînî çîroka roja reş di bîra xwe tîne  û wiha dibêje" Dema DAÎŞ êrîş li ser Şengalê pêk anî me  jî axa xwe berda.  Xaka ku bi salan em li ser mezin bûn û me ji çiyayê wê hêz digit piştî êrîşê me terikand  û em li Sinûnê man. Ji ber ku li wir jî çete hebûn  em derketin û 3 rojan li çiyayê Şengalê man  û dîsa em vegeriyan bajêr.  Girêdana me ya bi axê re û hewara Şengalê em vegerandin.  Wê demê çeteyên DAÎŞ'ê Sinûn kiribûn bin kontirola xwe.  Çeteyan  hemû malbata min  girtin  2 zarokên min û hevjînê min birin cihekî nediyar.  Ez jî hatim girtin lê piştî demekê kesekî  êzdî ez bi xwe re xelas kirim ji nav destê çeteyan.
 
Besê çîroka xwe  wiha domand" Dema ez hatim girtin çeteyên DAÎŞ'ê bi hemû rengên işkenceyê bi ser me de dihatin.  Tu ferq û cûdahî li gal wan tinebû, di navbera jin, zarok, kal û pîran de.  Her kesÎ para xwe  ji zilim û zoriyê digirt. 
Li pêş çavên min  zarokên min işkence kirin û birin. Heta niha jî min agahiyeke ji wan negirtiye. Ji ber ku me ne xwesit em Şenglê berdin  em ketin destê DAÎŞ'ê." 
 
'Dilê min bi kul û birîn e lê hêviyên min  tim zindî ne'
 
Dayika Besê da zanîn ku piştî  ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgarbû heya niha bi tena xwe dijî û tiştekî li ser zarok û hevjînê xwe nizanê û wiha axvtina xwe domad: "Demekê li başurê Kurdistanê li kampê mam.  Lê her roj çavên min li riya hevjîn û zarokên min bû. Hîna jî min hêviya xwe qut nekiriye û çavên min li rêya wan e.  Ez tim hêza xwe kom dikim ji bo ez bikarim vê jiyanA zehmet berdewam bikim.  Lê heta ku ez bijîm  jî  tû carî QDP'ê ji bîr nakim.  Ji ber dema ez li gel DAÎŞ'ê jî bûm tim ji me re digotin QDP'ê hûn firotine.  Mixabin ev jî birîneke mezin e.   dilê min tim bi kul û birîne,  lê hêviyên min mezin û heya rojek ji temenê min hebe çavên min dê li riya  hatina zarokên min be.
 
Dayika Basê di dawiya axvtinên xwede bang li tevahî kesên xwedî wijdan kir ku eger xeberekê li ser zarokên wê bizanin bila  alîkariyê bidinêû dilê wê şad bikin.