Hêvî Mustefa: Rizgarkirna Efrînê wê azadiya Rêber Apo bîne
- 09:04 13 Tebax 2018
- Rojane
Cudî Zênu
ŞEHBA- Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê komploya li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û dagirkirina Efrînê de nirxandin kir û got ku ewê rizgarkirina Efrînê bi xwe re azadiya Rêber Apo bîne.
Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berî bi salan komployeke navneteweyî pêk hat û ji wê rojê û şûn de Abdullah Oclan di Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin. Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa ku derbarê komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de nirxandin kir got ku wê rizgarkirina Efrînê bi xwe re azadiya Rêber Apo bîne.
Hêvî anî ziman ku ev tecrîda giran ku ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin dewama kompiloya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocelan e û wiha berdewam kir" dewleta tirk û dewletên navneteweyî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin ku gel qir bikin û fikira ku Rêber Apo ji bo aştiya di navbera hemû netewan, olan afrand neyê belav kirin îro wî di bin tecrîdê de dihêlin."
'Jinên kurd komplo vala derxistin'
Hêvî anî ziman ku jinên kurd komplo vala derxistin wiha berdewam kir:" Piştî ku Rêber Apo dîl girtin pirojeya wî bi keda jinan li tevahî cîhanê pêş ket, serkeftinên herî mezin gelê kurd bi vê porojeyê bi dest xistin. Ji ber ku Rêber Apo bi fikira xwe çareseriyeke ji tevhî cîhanê re pêş xist hemû pêlanên dijmin vala derketin."
'Dê azadî û îradeya gelan bi se keve'
Hêvî wiha dirêjî da axafitna xwe:"Jinan bi projeyn ku ji aliyê Rêber Apo ve hatin pêşxistin şoreş pêk anîn û bajarên wekî payîtexta DAÎŞ'ê Reqa ji van çeteyan paqij kirin û jin rizgar kirin. Bi vê hêzê jî wê hemû pîlan û teknîka li ser axa Efîrnê bi ser nekeve û wê dagirkerî têk biçe. Dê azadî û îradeya gelan bi serkeve."
Hêvî di dawiyê de bang li tevahî jinan kir û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Ez diserî de bang li jinan û tevahiya gelê kurd dikim ku ji bo azadiyê Felsefeya Rêber Abdullah Ocelan têkoşîna xwe dewam bikin û Rêberê xwe azad bikin. Bi vê felsefeyê bila vegerin Efrînê bi berxwedan û pirojeya netewa demokertîk bi serkevin."