ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 13 Tebax 2018
  • Rojev
*Xebatkara nexweşxaneya Avrînê ya li Kantona Şehbayê Ruşîn Reşîd diyar kir ku ji ber ava paqij nayê peydakirin li kampên gelên ji Efrînê koçber bûnê di wan de ne nexweşiyên wekî şewbê roj bi roj belav dibin û banga alîkariya derman û alavên tendirûstiyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Meclîsa Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê komploya li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û dagirkirina Efrînê de nirxandin kir û got ku ewê rizgarkirina Efrînê bi xwe re azadiya Rêber Apo bîne. DÎMEN HEYE
 
*Jina êzidî  Besê Qasim Xudêda  yek ji jina ku para xwe ji fermana bi serê êzidiyan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin ditiye ye. Dayika Besê ku niha têkoşîna jiyanê dide hemû malbata wê hîna di destê DAÎŞ'ê de ye. Dayika Besê dibêje ku wê heta kêliya dawîn jî xwestiye ku li ser axa xwe bijî û ger ku bimire jî bila li ser axa xwe bimire, lê ji ber tenê hatine hiştin ew ketine destê DAÎŞ'ê. DÎMEN HEYE
 
*Xelfetiyê ya ji axa bi heybet ya Mezopotamyayê ji gelek efsaneyan re malovanî kiriye.  Xelfetiya Kevn û ya Nû di bin avê de hatiye hiştin, yanî axa ku dîrok û dema niha aniye cem hev, niha li bende xwedîderketinê ye. BI DÎMEN
 
*Li Şirnexa ku ji ber şewata daristanê cihekî şîn nemaye,  darên ku mane jî ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Li herêma ku di salekê de bi hezaran dar jî hatin birîng, li gorî Walîtiyê, hemû tiştên tên kirin ji bo ewlehiyê ne.
 
*Endama PM'a HDP' ê Zubeyde Zumrut  diyar kir ku zextên darbeya 12’ê îlonê û salên 90’î di roja îro de girantir tên jiyîn û got pêkanînên wê demê bi unîformayên leşkerî dihatin kirin îro bi unîformayên sivîl tên kirin. BI DÎMEN
 
*Nesrîn Nas a îktîsad xwendiye, diyar kir ku rayedar bi pêşîgirtinên fînansî dikare piyasayê bide sekinandin lê ev jî demek kurt pêkan e û wiha got: “Sedema krîzê ne tenê fînans e. Encama şikestina salan a aboriya reel e. Sala pêş divê em nêzî 250 mîlyar dola pere bibîn. Lêçûna rejîma nû wê civak heta hestiyên xwe hîs bike.” DÎMEN HEYE
 
*Li gundê Kevirşîn ê Dêrik a Mêrdînê kesê bi navê M.Ş.Y. ku 35 xwendekar îstîsmar kir û ji dozê hat girtin. Xizmên M.Ş.Y.  malbatên zarokên ku gumanbar gilî kiribûn bi gotina ‘giliyên xwe şûnde bigirin an jî wê xwîn birêjê’ tehdîd kir.
 
*Cîgira hevserokên Encumena Rêveber a bajarê Minbicê Cemîle Ehmed derbarê 2'emîn Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê de ji hovîtiya Çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kir û got:" Rizgarkirina Minbicê guhertinên piskolojî, çandî, civakî û siyasî dan çêkirin. Guhertina herî mezin jî birêxstin kirin û îradeya xwe xurt kirin e."