Li Îdlîbê teqîn: 32 kesî jiyana xwe ji dest da 45 kes jî birînda bûn
- 15:35 12 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Sermeda yê Îdlîbê teqînekê rûda. Teqîna ku di encamê de 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn hat ragihandin ku li cebilxaneyê pêk hatiye.
Li bajarokê Sermeda yê Îdlîba Sûriyeyê teqînekê rûda. Di teqîna ku serê sibê zû pêk hat de 32 kesî jiyana xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku teqîn li cebilxaneyeke ku li avahiya 6 qat bû pêk hatiye.
Di encama teqînê de avahî hilweşiya û hat ragihandin ku dibe hejmara mirî û birîndaran zêedtir bibe.