Bavê 4 zarokên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin li dayika zarokan jî gef xwar

  • 13:02 12 Tebax 2018
  • Rojane
RIHA - Derket holê ku bav Huseyîn N. ji sala 2010’an û vir ve êrîşa zayendî li dijî 4 zarokên xwe pêk tîne. Piştî zaroka 14 salî diçe nexweşxaneyê, lêpirsîn tê destpêkirin û di endama lêpirsînê de Huseyîn N. di 27’ê Tîrmehê de tê girtin. Dayik ji bo giliyê xwe paşve bikişîne, ji aliyê xizmên hevjînê xwe ve tê tehdîtkirin.
 
Li Rihayê, Huseyîn N ê 48 salî, 8 salan êrîşa zayendî û tundî li 4 zarokên xwe kir. Di 12’ê Tîrmehê de, keça biçûk a 14 salî ji dayîka xwe re dibêje “Dayê hemû aliyên min diêşin û xwîn ji laşê min tê.” Li ser vê yekê dayîk keça xwe dibe nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê derdikeve holê ku keça wê bi êrîşa zayendî re rûbirû maye.
 
Piştî lêpirsînê bav Huseyîn N, di 27’ê Tîrmehê de hat binçavkirin, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê yê Nobedar hat kirin, dadgehê biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Eyyûbiye. Dayîk Arîfe N. jî rastî gefên kuştinê yên xizmên hevjînê xwe tê, da ku giliya xwe paşve bikêşe. 
 
'8 salan bi êrîşa zayendî re rûbirû man'
 
Dayîka Arîfe N. diyar kir ku kurê wê yê herî biçûk 8 salî ye, keçên wê jî 14,17 û 23’ê salî ne û wiha axivî: “Kurê min hîna  yek sal û keça min a herî mezin jî 14 salî bûn, hevjînê min dest bi êrîşa zayendî kir. Di sala 2010’an de yekem car bûm şahid ku Huseyîn destê xwe dide cihên taybet ên zarokan. Lê min destpêkê tu wate neda vê û dûre li ser gilî û gazincên zarokan min nû rastî fem kir.” 
 
‘Rê û resma civakê min bêdeng hişt’
 
Arife N., anî ziman ku li hemberî êrîşên zayendî yên li ser zarokên xwe, tim li dijî hevjînê xwe li ber xwe dida, lê hevjînê wê û malbata hevjînê wê tim bi gotina “Namûs, rê û resme” ew bêdeng kirin. Arîfe N., da zanîn ku hevjînê wê ker û lal e, lê diwarê zîhnî de tu pirsgirêkên wî tune ne û wiha bilêv kir: “Huseyîn N. di salên derbas bûyî de, ji ber çeka bêrûhsat hat  binçavkirin. Wê demê li Nexweşxaneya Nexweşên Rih û Hêrs a Edeneyê, rapora ku tenduristiya wî di cih deye didin.”
 
'Li nexweşxanê hay bûm ku tecawizî zaroka min hatiye kirin'
 
Dayik Arife, da zanîn ku êdî zarokên wê mezin bûne û wiha domand: “Zarok êdî bertekê nîşanî êrîş û îstîsmara zayendî ya bavê xwe didin. Şeva 11’ê Tîrmehê hevjînê min dermanê xewê da min û zarokan. Ji ber ku ji mêjiyê nav hestiyan emeliyat bûme, bi şevê tim şiyar dibim. Lê wê şevê ez qet şiyar nebûm û heya saet 15.00’ê roja din em nû şiyar bûn. Dema keça min a 14 salî hişyar bû, ji min re got ‘Dayê hemû aliyên min diêşin, gava çûm tuwaletê xwînî bûm.’ Fikarên min çêbûn û min keça xwe bir Beşa Cerahê Giştî ya Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan. Li wê derê têgihîtim ku tecawizî zarka min hatiye kirin. Serbijîşk dosya şand ji bo rayedarên edlî. Ez çûm malê min ji hevjînê xwe re got ‘Te tecawizî zarokên min kiriye.’ Hevjînê min kêr li min kişand. Xwest min bikuje. Bi zorê min xwe ji destên wî rizgar kir.”
 
'Keça min bûyer ranekir û derûniya wê têk çû'
 
Arife N. destnîşan kir ku piştî dosya gehişt ber destê rayedarên edliyê, lêpirsîn hat vekirin û wiha berdewam kir: “Di encama lêpirsînê de, di 27’ê Tîrmehê de Huseyîn N. hat binçavkirin û sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar a Rihayê kirin. Huseyîn bi sûcdariya ‘Îstîsmar  û êrîşa zayendî’ hat girtin. Piştî girtinê malbata hevjînê  min gef li min xwar û xwestin giliyê xwe paşve bikesim. Hîna jî gefan li min dixwin. Keça min a 17 salî ev bûyer ranekir û di 4’ê Tebaxê de hewl da întîxar bike. Keça min li beşa psîkiyatrî razaye. Krîzê derbas dike.” 
 
‘Dengê min bibihzin kanî mafên zarokan’
 
Dayîkê, bang li parlamenter û rayedarên bajêr kir û wiha pê de çû: “Niha ez di bin gefa kuştinê de me. Ji bom in dibêjin ‘An tu yê giliyê xwe paşve bikêşînî, yan jî em ê li nava  Rihayê benzînê bi tede bikin û te bişewitînin.’ Ez û zarokên min perîşan bûn. Ez bang li parlamenter, Walî û Wezareta Malbatê dikim. Kanê mafên jinan, kanê mafên min û zarokên min. Zarokên min ji aliyê bavê xwe xwîna wî xerab ve hatin mexdûr kirin û ez bi xwe jî ji sedî 50’î astengdar im.” 
 
‘Gefa şewitandinê li min dixwin'
 
Dayik Arîfe, derbirî ku birayê hevjînê wê Îbrahîm N. ji Elmanyê li ser telefonê gef li wê xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi telefonê li min geriya û ev gef li min xwarin ‘Li min mêze bike keça min, wî karî sererast bike. Ez ê sibe bi balafirê werim. Ez ê xwedî li te derbikevim. Vî karî ji bo xatirê min sererast bike. Wî giliya xwe paşve bikêşe. Ez ê xwedî li te û zarokên te derbikevim. Ji xwe zarokên te biraziyên min in. Ger tu bêjî êdî nîr ji kevanê derketiye, baş zanibe ew nîr dê li te vegere û li dilê te bikeve. Wê demê ez ê nekaribim te xelas bikim. Tu li min guhdar bike, ji xwe weke birayê te me jî. Ger tu guhdarî min nekî dê, ne baş bibe. Tu vî karî sererast bike. Giliya xwe paşve  bikêşe. Ji derveyî vê tiştekê ku tu bikî tune ye. Ez ê Rihayê ji bo te bikim cehennem. Vê yekê baş zanibe, ez ê  li qada Rihayê te bişewitînim. Ez ê rojekê jî nehêlim tu li Rihayê bijî. Dema ez hatim ez ê lingên te jêbikim û bidim kuçikan. Ez ne Îbrahîm im.’”  
 
Arîfe N., di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Parêzer dê di warê hiqûqî de bi bûyerê re eleqedar bibin. Ez alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovn û saziyên jinan dixwazim ku xwedî li min û zarokên min derbikevin.”