JAS’ê banga piştgiriya ji bo Zeynep Celaliyan û 9 jinên din ên girtî kir

  • 11:24 12 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) der barê greva birçîbûnê ya Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din ên girtî ku li dijî zextên rayedarên girtîgeha Xoyê ya girêdayî parêzgeha Urmiyê dest pê kirine, bi armanca piştgiriyê  daxuyaniyek da.
 
Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din ên girtî ku di 30’ê Tîrmehê de li dijî zextên rayedarên girtîgeha bajarê Xoyê y girêdayî parêzgeha Urmiyê, dest pê kirine.
 
Çakakiya Zeynep û 9 jinên din hat silavkirin
 
Di daxuyaniya Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) de greva birçîbûnê ya Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din hat silavkirin û wiha hat gotin; “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşek demokratik a bi hêza xwe ya cewherî pêş dikeve, weke li Rojava, her roja diçe wê pêş bikeve, di serî de jin wê faşîzma Îranê hilweşînin  û bigehêjin azadiyê.
 
Greva birçîbûnê ya hevrê Zeynep û 9 jinên girtî û biryara darvekirinê ya derbarê Penahî de, ji bo me bangeke pir zelal e. Berî niha bi 10 salan jinan çewa li dora hevrê Zeynep xeleka piştgiriyê çêkirin, biryara darvekirinê rakirin, îro carek din divê ji bo tevahî girtiyên siyasî yên li Îranê vê xelekê carek din ava bikin. Em weke hêzên têkoşîna azadiya jinê di serî de jinên şoreşger û sosyalist li gel tevahî gelên Rojava kurd, ereb, aşûrî, ermenî, sûryanî û tirkmen, pêwîste xwedî li hevrê Zeynep û hevrêyên wê derkevin.”
 
Zeynep Celaliyan bi piştevaniya jinan dijî
 
Hêjayî gotinê ye ku Zeynep Celaliyan di sala 2008'an ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta 'Dijminatiya xweda' û 'Endamtiya rêxistineke kurdî' hat darizandin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Lê Zeynep bi piştgiriyeke enternasyonalîst û piştevaniya jinan bi rejîma Îranê gav paşve dabû avêtin, cezayê darvekirinê ku lê hatibû birîn hat îptalkirin û veguherandin cezyê demdirêj ê girtîgehê.