‘Di mijara mafên sewalan de civak, hiqûq û rêveberiyên herêmî dûrû ne’

  • 09:08 12 Tebax 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Seroka Projeya HAD'ê parêzer Hulya Yalçin  diyar kir ku parêzvaniya mafên sewalan têkoşînek yekbûyî ye û got sewalek wek sewala xwarinê tê serjêkirin û li cihekî din jî parastina sewalekê, bi naqok e.  Hulyayê bi lêv kir ku Qanûna Parastina Sewalan qanûnek sexte ye û got: “Di qanûnê de neçîr cih nagire, gotina ‘sewala serjêkirinê’, sîrk, tiştên ku
sewalan dîl digirin tune.”
 
Vejeteryan û parêzvana mafên sewalan Seroka Projeya Komeleya Edeleta Ji bo Sewalan (HAD) Parêzer Hulya Yalçin, komkujiya li hember sewalan û aliyên civakî û hiqûqî yên îşkenceya zayendî  nirxand. Hulyayê destnîşan kir ku îşkenceya li sewalan tê kirin bi pere tê cezakirin û wiha bertek nîşan da: “Ev dijhiqûqî ye. Kesê îşkenceya zayendî dike divê bi awayekî cidî ceza bigire.”
 
Hulyayê anî ziman ku kesekî li sewalan îşkenceya zayendî bike dema derfetê bibîne dikare tecawizî zarok û kesekî din jî bike û wiha pê de çû: “Îşkenceya li hemberî sewalan gelek zêde ye û normal tê dîtin. Mêr bi rehetî tecawizî  sewalan dikin û civak vê normal dibîne. Me bi jinek ku hevjînê wê tecawizî kuçikê kir re hevdîtin kir û got ‘ma çi bike êrîşê mirovan bike û bila bikeve girtîgehê’.  Ji ber vê dema em mafên sewalan diparêzin em ruyê qirêj ê civakê jî dibînin.”
 
'Gumanbarên xwedî statu, tiliya xwe dihejînin'
 
Hulyayê ev tişt anî ziman: “Şîdeta zayendî ya li hember sewalan bi statuyek diyarkirî nayê sînorkirin. Di xebatên me kirin de di navbera gumanbaran de kesên xwedî statu û kariyer jî hebûn.  Yên tehdîda ‘hun min dur bixin ez ê bi we çi bikim’  dikirin tiliya xwe jî dihejandin. Parastina sewalan û hezkirina sewalan tiştên ji hev cuda ne. Em wek HAD bûne xwedî helwestek azadkirina sewalan. Di nav parastina sewalan de rewşek ‘azadiya sewalan’ û ‘aramiya sewalan’ jî heye. Aramiya sewalan tê wateya ku sewal di şertên baş de bijîn.”
 
‘Yên pisîk û kuçikên wa hene ne hêzkiriyên sewalane’
 
Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser li cihekî parastina sewalan û li cihekî din jî xwarina sewalan û wihapê de çû: “Di mehên borî de ji Samsurê angusek anîn. Mirov ji tirsan derneketin derve. Ew sewal nêzî 20-30 rojî tî û birçî anîn wir. Ew sewal dema tên serjêkirin û wek sucuk tê pêş wan, pir xweş dixwin. Parastina mafên sewalan ji vir dest pê dike. Yekê dixwe ya din diparêze. Ji ber vê me dît ku kesên xwedî pisîk û kuçik ne hezkiriyên sewalan e.”
 
‘Divê li şûna stargehê navenda rehabilîstasyonê jî bê vekirin’
 
Hulyayê daxuyakirin ku divê li her navçe û navendê jî navendên rehabîlîtasyona sewalan hebe û divê li şûna stargehan jî navendên rehabîlîtastayonê jî bên vekirin. Hulyayê di dawiya axaftinax we de destnîşan kir ku Qanûna Parastina Sewalan sexte û ne berfireh e û got hewcedarî bi qanûnek parastinê  heye.