Dayikên Şemiyê banga hefteya 700’emîn dikin: Qurnefîla min neçilmisînin
- 09:06 12 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo 700’emîn hefteya çalakiya xwe bang kirin û gotin: “Tu jî were Galatasarayê.”
Dayikên Şemiyê ji sala 1995’an heta niha ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev. Di çalakiyê de her hefte aqûbeta windayekî/ê tê pirsîn û pankarta ‘Kujer diyar in, winda li ku ne’ tê vekirin, wêneyê kesên di bin çavan de hatine windakirin tên hildan.
Dayik ji bo hefteya 700’î xwe amade dikin û banga ‘di hefteya 700’î de tu jî were Galatasarayê’ kirin. Dayikên Şemiyê bi wesîleya hefteya 700’î di afîşa amade kirine de gotinên ‘700 hefte derbas bû, berxwedana min kêm nebe, qurnefîla min neçilmisî, bendewariya min neqedya, bêrîkirina min kêm nebe, hêviya min têk neçû, baweriya min winda nebû’ cih girtin.
Bi wesîleya hefteya 700’î her wiha wê sînevîsyona sê deqeyî jî bê nîşandan.