Jinên Minbicê bi parastin, rêxstinbûyîn û sazîbûyînê ber bi azadiyê ve diherikin
- 09:01 12 Tebax 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
MINBIC - Jinên bajarê Minbicê piştî du salan ji rizgar kirina bajêr, xwe di nava sazî û dezgehên xweser yên ku ava kirin de bi rêxstin kirin û vê yekê jî ji bo xwe wekî hêza têkoşîn û azadiyê bi nav dikin.
Bajarê Minbicê di nava 3 salan de rastî hêza herî terorsît û hovane ya çeteyên DAÎŞ'ê hat. Weke ku ji dîrokê xuya ye li ku derê şoreşa jinê hebe, li wê jin bi komkujî û tunekirinê re rûbirû mane. Ji ber vê jî dema ku Minbic ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat dagirkirin kesên ku di Minbicê de herî zêde zexet dîtin jin bûn. Jinên Mibinc rastî hemû şêwazên hov yên weke destavêtin, kuştin, recimkirin, ferzkirina çarşeva reş û firotinê hatin. Jiyana jinan ketibû nava xelekeke reş ku êdî hêviyên xwe yên gihîştina jiyaneke azad qut kiribûn.
Lê bi rizgarkirina Minbicê ya di 15’ê Tebaxa 2016’an re ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ve pêk hat, êdî gelên bajêr xwe ji hemû aliyan ve bi rêxstin kirin. Yên herî zêde ku xwe di nava vê pêvajoyê de bi rêxistin kirin û pêşengî jê re kirin jî jin bûn. Jinên Minbicê ku ev du sal in bi riya xweparastinê, sazîbûn û rêxstinbûyîna xwe bi hêz kirin heta roja îro jî vê berxwedana xwe didomînin.
Destkeftiyên jinên Minbicê yên 2 salan:
Jinên Minbicê mohra xwe li dîroka Minbicê dan
Dema ku hemleyê di nava bajar de dest pê kir, jinên Minbicê yekser cihê xwe di nava qada leşkerî de girtin. Ev gav bû sedem ku jinên Minbicê caseretê bigrin û cihê xwe di nava hemû qadan de bigrin. Cara yekê bû ku di dîroka jinên Minbicê de jin şer dikin. Kîjan gund, tax û kolan ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar dibû jinên wê tevlî nava refên leşgerî dibûn.
Jin ji bo ku xwe bi awayekî xweser perwerde bikin xyekemîn Akadimiya Lekerî ya jinê 'Akadimiya şehîd Rogsan' vekirin. Heta roja îro li vê qademiyê 7 deweryên perwerdê pêk hatine.
Têkoşîna jinên Minbicê tenê bi minbicê bi sînor nema
Jinên şoreşger tenê bi Minbicê bi sînor neman. Wan tola hemû jinên ku ji DAÎŞ'ê zirar dîtin hilanîn. Nîşaneya vê jî ew e ku jinên Minbicê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî hemleya rizgarkirina Tebqayê, Reqa, Dêrezorê û herî dawî jî di berxwedana Serdemê ya Efrînê de cih girtin. Ev hemû destkeftî bê bedel nehatin bidestxistin. Di rêya doza rizgariya welat de van şervanên mîna Zîlan Heleb, Rojda Bawer, Amara Cerblûs, Asiya Mustefa , Xisun Minbic û Nadîn Minbic jiyana xwe ji dest dan.
Mala jin îradeya jinên Minbicê nûjen kir
Di heman sala ku Minbicê têde hat rizgarkirin, jinên Minbicê xwe bi rêxstin kirin û yekemîn saziya xwe ya xweser a bi navê Mala Jinê di 25'ê Mijdara Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li ser Jinê vekirin. Ev gav guhertineke wiha di îradeya jinên Minbicê de çêkirin ku êdî ew bi vîna xwe û bê ku tu kes zextê li ser wan bike dest bi têkoşîna xwe ya rizgariyê kirin. Mala jinê di nava du salan de 516 dozên cur be cur çareser kirin û 809 teslîmî dadgehê kirin. Mala jinê şaxên xwe li navçeya Ebû Qelqel û Heta, di kampa Minbic ya Rojava û Rojhilat de jî vekirin.
Meclîsa jinên Minbicê sêwana tevahî jinan e
Li gel mala jin ku bi hemû pirskirêkên jin re mijûl dibe, jinên Minbicê pêwstî bi sazîbûneke firhetir dîtin. Bi vê armancê jî di roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de biryar dan ku di 21’ê Adara 2017’an de meclîsa jinên Minbicê bê vekirin û meclis di roja ku hat gotin de hat vekirin. Meclîs bi rengîniya xwe ku ji hemû pêkhateyên Minbicê pêk dihat, bi tevahî xebatên têkldarî jinan re mijûl dibe. Meclîs herî zêde bi xebatên perwerdehî û rêxstinî re mijûl dibe.
Komîteya Jinê, jin kirin xwedî piroje
Jinên Minbcê cihê xwe di nava saziyên giştî de jî girtin. Bi taybet di pergala hevserokatî de. Bi vê yekê jî bi avakirina Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Minbicê, jinên Minbicê xwe di nava vê pergalê de jî bi rêxstin kirin û komîteya jinê ava kirin. Ev deste jî herî zêde bi pirojeyên ku alîkariya jinan dikin mijûl dibe.
Perwerde hîmê sereke yê jinên Minbicê ye
Jinên Minbicê piştî ewqas saziyên ava kirin, pêwistiya xwe perwerdeyê dîtin. Bi vî rengî jî di 10’ê Tîrmeha 2017’an de Akadimiya Xweser ya bi nave şehîd Zîlan Heleb hat vekirin. Vê Akadimî roleke girîng di pêşxistina jinên Minbicê ku ji bo li rastiya xwe vegerin de lîst.
Jinên Minbicê xebatên xwe yên aborî xweser kirin
Di dîroka Minbicê de her tim aborî girêdayî saziyên giştî bû. Lê niha jinên Minbicê xebatên xwe yên aboriyê jî xweser kirine. Bi vî rengî jî di 22'yê mijdara 2017’an de Komîteya Aboriya Jin hat ava kirin. Heta niha vê komîteyê pirojeya xwaringeha biharê û medceneya mirîşkan da destpêkirin.
Jineolojî veguherîna ber bi rastiya Minbicê ve ye
Bajarê Minbicê ku rastî ewqas hêzên desthildar hat, bi hatina van hêzan re her carê bajar rastiyeke xwe winda dikir. Ji ber vê jî Komîteya Jineolojiyê xwe li Minbicê bi rêxstin kir û navenda Jineolojiyê ji bo jinên Minbicê vekir. Navendê despêkê veguherîna rastiya jinên Minbicê bingeh girt. Ji ber ku rastiya Minbicê di kesayeta jianan de veşartî ye.
Jinên Minbicê parçeyek ji jinên Sûriyê ne
Di 8'ê îlûna 2018’an de jinên Sûriyê li bajarê Minbicê kom bûn û di bin dirûşma " Jina rêxstinkirî bingeha avakirina Sûriyeke demokraîk a navendî ye" Kongireya Damzerîner ya Meclîsa Jinên Sûriyê hat lidarxistin. Di kongiryê de biryarên rêxstin kirina tevahî jinên Sûriyê di bin sêwana Meclîsa Jinên Sûriyê de hat girtin.
Di çarçoveya van xebatan de Berdevika jinên Minibcê Meha Elî ev xal anîn ziman û wiha axivî: "Jinên Minbicê di riya xwe bi rêxstinkirinê de mohra xwe li Minbicê dan. Di sê salên dagikeriya Çeteyên DAIŞ’ê ya Minbicê de herî zêde jin bi bandorbûn û zahmetî kişnadin. Li Minbicê jin dayîk bû, xwişk bû û hevjîn bû. Jinên Minbicê sêwî man, hatin kuştin û zarokên wan hatin qetilkirin. Ji bo vê jî herî zêde me pêwstiya bi avakirina saziyên jin dît. Jinan her tim pêwstiya xwe li cem saziyên ku bi pirsgirêkên tevahiya civakê re mijûl dibin didît. Li ser vî bingehî jî me dest bi avakirina saziyên ku bi taybet rast rast têkldarî jinan bin dît."
‘Ji kirasê reş ber bi kirasê azadiyê ve’
Mehayê di domandina axaftina xwe de da diyarkirin ku Minbic ji jiyana bê wate veguherî jiyana herî bi wate û wiha pêde çû: “Di dema hebûna DAÎŞ'ê de, bajar bi rengê reş hatbû dorpêçkirin. Pisîkolojiya me êdî ji rengê cilên me bû. Hêviyên me qut bibûn û jiyan êdî bê wate bibû. Di dema herî dawî de jî em gihîştin wê asta ku em her kes xwe biparêzin, da ku em roja dîrokî ya rizgarkirina Minbicê bibînin. Herî zêde pêwstiya me bi wê rojê hebû. Roja ku bajar hat rizgarkirin êdî Minbicê ew kerasê reş avêt û xwe bi rengê azadî xemiland. Me jî xwest ku em di riya saziyên xwe de rengê reş hem ji derve de û ji hûndirê de bugherînin û jin êdî bi nasname û rengê xwe yê rast bijîn.”
‘Di du salan de 25 hezar jin tevlî xebatan bûn’
Meha Elî şanazya xwe bi rizgarkirina Minbicê anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em weke jinên Minbicê pir kêfxweşin bi munasebeta 2'emîn Sal vegera rizgarkirina Minbicê ku ev roj ji bo me dîrokî ye. Em bi gavên ku me avêtine taybet weke jin gelek şehnaz in. Ji ber ku di van her dû salan de herî zêde jinan pêşektinên xwe dan çêkirin. Niha hejmara herî dawî ya jinên di nav xebatan de bi giştî 25 hezar e. Ev hejmar bi serê xwe serkeftina herî mezin e ji bo me.”