Berî bi 23 salan bi pîjema û şimikê hat binçavkirin
- 14:23 11 Tebax 2018
- Rojane
AMED - ÎHD'a Amedê û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya heteya 496'emîn de eqûbeta Osman Buluttekîn ê ku di 25'ê Tebaxa 1995'an de bi şimik û pîjema hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovn (ÎHD) ya Amedê xizmên windayan, çalakiya xwe ya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" ku her hefte tê lidarxistin li Parka Koşuyoluyê li dar xistin.
Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de, êveberên ÎHD'a Amedê, xizmên windayan û Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz û Selçûk Mizrakli û aktîvîstên mafên mirovan jî cih girtin .Xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 496'an de, equbeta Osman Buluttekîn ê ku di 25'ê Tebaxa 1995'an de ji mala xwe hat girtin û hat weindakirin pirsîn.
'Dema birin li ser wî pîjema û di piyên wî de şimik hebû'
Ji Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Parêzer Hasan Yalçin, derbarê windakirina Osman Buluttekîn de ev agahî dan: "Osman di 25'ê Tebaxa 1995'an de êvarê di encama pevçûnên li dordorê de ji mala xwe ya li Pasura ku qedexe lê hebû ji aliyê 4 kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn û çekên giran li ser wan hebûn ve li mala xwe hat girtin. Kesên ku hatin serdegirtinê ji osman re dibêjin 'Em ji emniyetê tên, hinek karê me bi te heye' û wî bi darê zorê ji malê derdixin. Di dema serdegitinê de xeta telefonê ya malê jî qut dikin. Osman ê 35 salî ku li emniyetê notirvanî dikir, dema ku wî dibin li ser wî pîjema û di piyên wî de jî şimik hebûye."
Sozê emniyetê da nehat bicihanîn
Hasan diyar kir ku Osman dema bi darê zorê ji mal hatiye derxisitn cîranên wî jî ew dîtine û ev tişt got: "Şahidê bûyerê cîranê Osman Buluttekîn dibêje ku Osman li wesayitê hatiye siwarkirin û birine girê ku wekî nokteya polîsan dihat bikaranîn. Ji ber wê malbat di serî de diçe cihê mijara gotinê lê emniyet bi hinceta qedexe ye destûrê nade. Osman piştî ku 1 salek 2 sal di girtîgehê de dimîne yanî beriya ku bê windakirin bi 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê tehliyekirin. Malbata Osman dibêje ku Osman her bi telefonê dihat tehdît kirin û dibêje ku wan serî li Emniyeta Psûrê daye. Eniyet ji dayika Osman re dibêje 'me negitiye lê soz em ê wî bibînin.' Piştre Osman ê ku di bin çavan de hat windakirin binçavkirina wî ji aliyê emniyetê ve tê înkarkirin û derbarê wî de êdî tu agahî nema tên girtin."
Çalakî pitî axafitnan bi çalakiyê 5 deqe ya rûniştinê bi dawî bû.