Di organîzasyona fuhuşê ya li Telhamurê peywirdarên şaredariyê jî hene!
- 12:39 11 Tebax 2018
- Rojane
RIHA - Hat diyarkirin ku organîzasyona li Bajarê Kon a Telhamurê ku li jinên penaber fuhuşê ferz dike digihêje hata bi xebatkarên Şaredariy Serê Kaniyê yên paye bilind.
Hat diyarkirin ku organîzasyona li Bajarê Kon a Telhamurê ku li jinên penaber fuhuşê ferz dike hîn bêhtir mezin e. Hat aşkerakirin ku li gel peywirdarên kampê, peywirdarê Şaredariya Serê Kaniyê M.B. û parêstvanê taybetê yê Şaredarê Serê Kaniyê yê ber Saît Atlla C.E. jî di nava organîzasyona fuhuşê de cih digirin.
Duh Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçeyek parve kiribû ku li Bajarê Kon ê Telhamûr ê navçeya Serê Kaniyê, derket holê ku mêrên peywirdar fuhûşê li jinên penaber ferz dikin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin hin qeydên dengan jî hatine tespîtkirin ku ji wan jî diyar dibe ka çawa bazariya fuhûşê tê kirin.
Di qeydên hatine tespîtkirin de de, M.B. û C.E. jineke penaber û keça wê ku ji ber şerê li Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê ji bo fuhûşê bazar dikin. Di qeyda jimare 8'an de jina penaber ji C.E. re wiha dibêje: "Ma te negot bila keça min şevekê li ba te razê, çi hewce bû min jî kir. Ma te negot, zilam xwedî meqam e." C.E. jî dibêje: "Temam, zêde dirêj neke." Her wiha jin jî wiha dibêje: "Temam, lêborîna me ji zilam re bêje. Em mecbûr in li vir li çareya serê xwe binerin. ferz bike ku keça min miriye."
Her wiha di qeyda jimara 9'an de jî tiştên ecêb hene. Di vê qeyda deng de jina penaber ji C.E. re dibêje: "Te nimareyek ji me re şand. Ev zilam çi ye kî ye? Zilam baş e? Ez ji vî zilamî ditirsim." C.E . jî dibêje: "Wî nas bike, ez niha ne musaîd im. Belê baş e. Netirse."
Paşê jina penaber dipirse: "Min dixwaze an keça min? Tenê bêje erê ya na, keça min an min?" C.E. jî dibêje: "Di telefonê de tiştên wisa nebêje." Herî dawî jina penaber dibêje: "Tu kefîl î?" Zilam dibêje: "Erê."