Li Mexmûrê hevjînên Şehîdan tecrîd şermezar kirin
- 10:01 11 Tebax 2018
- Rojane
MEXMÛR - Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî hevjînên şehîdan bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hevjînên şehîdan bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê şermezar kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê hevjîna şehîd Mamosta Silamet Erdogan ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin : "Kesên ku rastiyên civakbûna mirovahiyê li ser dika dîroka mirovahiyê bi raya giştî re parve dikin şehîd in. Ji ber vê em weke hevjînên hevalên şehîd yên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dijîn, vê rastiyê ji her kesî zêdetir dibînîn. Ji bo vê yekê pêwîste em weke hevjînên hevalên Şehîd vê heqîqetê ji her kesî bêhtir bi parêzin. Vê tecrîda girankirî a li ser Rêbertiya xwe şermezar dikîn. Ji ber vê sedemê em hemû baş dizanin ku yekane rêya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Cîhanê, Nexşerêya Rêbertiya me ye. Ji ber dewletên dagirker, bitaybet dewleta Tirkiye ji nexşerêya Rêbertiya me ditirse û ji ber vê ketiye nava hewildanên têkiliya Rêbertiya me bi Cîhana derve re qut bike."
'Em dest ji doza xwe bernadin'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bihevrebûna Rêbertî û gelê kurd û ev tişt hat gotin: "Nêzî 40 sal e ku gelê kurd bi Rêbertî û tevgera xwe re şerê hebûn û tinebûnê dide meşandin. Lêwra ji ne gengaze ku hêzên dagirker û xwînmijên gelê Kurdistanê gelê kurd û Rêberê wan ji hev biqetîn. Em dubare dibêjin hêzên dagirker yên ku tecrida girankirî ya li ser Rêbertiya me didin meşandin, hun çiqasî hesabên qirêj bikin jî em dest ji doza xwe bernadin, heta ku em bigihên azadiya Rêbertiya xwe."
Di daxuyaniyê de bang li hêzên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin hat kirin û wiha hat gotin: "Em bang li hêzên Navneteweyî û yên mafên mirovan bitaybet CPT'ê dikin ku erka xwe ya li hemberî Rêbertiya me pêk bînin û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me bidin rawestandin."
Daxuyanî bi diruşma "Rêbertiya me hizir û baweriya me ye." "Bimire hemû cûreyên tund û tûjiya li ser Rêbertiya me û gelê Kurdistanê" bi dawî bû