‘Li dijî rizandina civakî ji her rengî têkoşîna hevpar divê’
- 09:19 11 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR- Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gonen diyar kri ku piştî kampa havînê ya li Balikesîrê şûnde nexşerêyek nû xêz kirine û got li dijî rizandina civakî ji her rengî jin divê têkoşînê bimeşînin.
Komeleya Piştevaniya Mor û Pîrebokên Kampusê li Tesîsên Kemal Turker a Gonen ya Balikesîrê kamp pêk anîn û nexşerêyek nû xêz kirin. Julîana diyar kir ku di şertên OHAL’ê de kamp pêk anîne û got atolya wêjeyê, parastina cewherî, keda jinê, di çapemeniyê jin, LGBTÎ, eko femînîzm û jinên penaber nîqaş kirine. Julîana bi lêv kir ku bi atolyeyan nexşerêyek nû jî amade kirine û wih agot: “Tenê rejîma yek mêrî bi teşe nabe. Tevahiya civakê bi teşe dibe.”
Julîana destnîşan kir ku li gorî nexşerê hedef dikin ku jinên di nava malbatê de hatine hepskirin bînin cem hev û got dê meclîsên taxê bên rêxistinkirin û wiha got: “ Bi taybet li herêmên Marmara û Anatolya Navîn, em ê pirtir xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi atolyeyan modelên jiyana alternatîf, atolyeyên fîlman û parastina cweherî pêk bînin. Em ê bi jinan re bên cem hev.”
‘Wê navenda jinan bê vekirin’
Julîana di berdewamiyê de daxuyakirin ku wê komîsyonên cuda yên tacîza zayendî, hiqûq û wergerê ava bikin û wê ev komîsyon bên berfirehkirin û li hemû bajaran xebat bên meşandin. Her wiha Julîana diyar kir ku wê di mehên pêşde li Stenbolê navendek jinan wê ava bikin. Julîana di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li hember wan desthilatdariyek dijminê jinê heye û divê jinên ji aliyê cuda divê bên cem hev û têbikoşin.