Dicle Firat: Ez bi armanca tolhildanê tevli vê meclisê bûm
- 09:06 11 Tebax 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
MINBIC- Endama Meclisa Minbicê ya Leşkerî Dîcle Firat a ku di roja rizgarkirina bajarê xwe de tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû, derbarê têkoşîna xwe û rizgarkirina Minbicê de nirxandin kir. Dicleyê diyar dike ku ew bi armanca tola xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê ku bi hovîtiya li ser jinan dan meşandin tên naskirin hilîne tevli vê meclisê bûye.
Jinên Minbicê rastî hemû rê û rêbazên Çeteyên DAÎŞ’ê yên hovane hatin. Bi hemû şêwazan hatin bikaranîn. Vê yekê di dil û mêjiyê jinên Minbicê de rihê tolhildanê da avakirin. Lê ji bo ku bikarbin vê yekê pêk bînin di despêkê de divê ku Minbic ji DAÎŞ'ê bihata rizgarkirin. Ji bo vê jî bi rizgarkirina Minbicê re xeyalên jinên Minbicê yên tolhildanê pêk hatin. Çawa ku bajar di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin bi sedan jinên Minbicê cihê xwe di nava Meclîsa Minbic ya leşgerî de girtin.
Bi munasebeta 2'emîn Sal vegera rizgarkirina Minbicê ji Çeteyên DAÎŞ’ê, ajansa me bi Endama Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Dicle Firat re hevdîtin kir. Decle yek ji jinên ku di roja rizgarkirina Minbicê de tevlî nava Meclîsê bûye ye.
‘Hêvî di lutkeyê de bû’
Dicleyê di despêka axaftina xwe de bahsa bandawriyên rizgaririnê kir û wiha got: " Hovîtiya ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser gelê Minbicê pêk anîn, gelekî dijwar bû. Bi taybet 73'ê rojên beriya rizgar kirinê ev hovîtî gelek zêde bû. Lê ji ber ku me dizanî hemleyê dest pê kiriye û kêm maye ku em rizgar bibin, me hemû tişt tehmûl dikir û me li berxwe dida. Em têghîştbûn ku çi bi me tê bila were, ya girîng ew e ku Minbic rizgar bibe."
‘Kêliyên rizgarkirinê êşa 3 salan têk bir’
Decleyê da diyarkirin ku kêliyên rizgarkirina Minbicê hemû reşiya li Minbic spî kir û wiha axaftina xwe domand: "Ez weke jineke ciwan rewşa min ji rewşa jinên din ne cudatir bû. Heger mirov qala wê demê bike, tu peyv nikare wê hovîtiyê pênase bike. Lê em dikarin bibêjin ku azadiya em nas dikin, qet tune bû. Hemû jiyan ji azadiyê hatbû şûtin. Ji bo vê jî kêliya rizgarkirina Minbicê hovîtiya 3 salan da jibîrkirin. Ji bo vê ew hemle, di warê manewiyatê de jî girîng bû. Me jinan çawa hêzên QSD’ê dîtin me çarçefa reş ji ser xwe avêt û me şewitand. Ji ber ku baweriya me hebû QSD hêza ku wê jiyana azad ji bo me ava bike ye."
‘Soza Tolhildanê li Reqa û Tebqayê hat bicihanîn’
Endama Meclîsa Minbicê Dilce Firat di dawiya axaftian xwe de armanca tevlîbûna xwe anî ziman û got: " Min gelek zilm ji Çeteyan DAÎŞ’ê dît. Ji bo vê jî vê yekê rihê tolhildanê bi min re da avakirin. Herwiha ez bi armanca tolhildana ji kiryarên Çeteyên DAÎŞ’ê tevlî Meclîsa Minbic ya leşkerî bûm. Min cihê xwe di hemleya rizgarkirina Minbicê de negirt. Ji ber ku çawa bajar rizgar bû ez tevlî bûm. Lê soza tolhildanê me li Tebqa û Reqayê pêk bi cih anî. Dema ku çavên me bi jinên Reqayê diketin rojên me dihatin bîra me. Ji bo vê rizgarkirina wan me gelek kêfxweş dikir."