Bêrîvanên bere: Bi rêya bêrivaniyê me heval nas kirin
- 09:02 11 Tebax 2018
- Jiyan
MEXMÛR-Bêrîvanên bere li Zozanên Kêla Memê bêrîvanî kirine qala bîranînên xwe yên dema despêkê heval li zozanan dîtine kirin û gotin: “Bi rêya bêrîvaniyê me heval nas kirin. Dema ku me ew nas kirin êdî sebra me bêyî wan nema dihat.”
Li Zozanên Kêla Memê rêxistina ku bi rêya şivan û bêrîvanan di nava gundan de belav bû, piştî vejîna 15’ê Tebaxê êdî bi rêxistinê xwe di hemû gundan de bi cîh kir. Bêrîvanên bere li Zozanên Kêla Memê bêrîvanî kirine qala bîranînên xwe yên dema despêkê heval li zozanan dîtine kirin.
Her şivan û bêrîvanên ku li ser navê rêxistinê kesekî silavek dida wan êdî weke ku bi salane bi hev re şivanî û bêrîvanî kirine nêzî wan dibûn. Ji ber hevalên dihatin gel wan baweriyek mezin didan avakirin, gundiyan jî bi wê baweriyê xwe tevlî kar dikir. Di demek kin de vê tevgerê çavê dewletê tirsand û dest bi qutkirina gel ji gerila kir. Her çend ku hewl dan gerîla û gel ji hev biqetînin jî bi ser neketin. Ji ber wê vêcarê jî pergala cerdevaniyê li ser wan ferz kirin. Dema ku ev kar li ser gundiyan ferz kirin û şûnde koç û koçberiyê dest pê kir. Ew bêrîvanên li Kêla Memê Şivan bêrîvanî kirîn, ji ber wan keviyên berfê av vexwarîn û bi pincarên herî xwezayî dijiyan niha li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) li ber germa çolên İraqê jiyana xwe berdewam dikin. Dema me xwe gihand wan bêrîvanan û xwest em rêxistinbûna despêkê ku bi rêya wan ket nava gundan hînbibin me jî şahidî ji gelek vegotinên wê pêvajoyê re kir. Her yek ji wan dema destpê dikir bi hemû Giyanê xwe diçun wan rojan û em jî bi xwe re li Warê Sorik digerandin heya ber bi Şanistora Mêhrînan.
‘Bi rêya bêrîvaniyê me heval nas kirin’
Ji bêrîvanên berê li herêma Kêla Memê bêrîvanî kirîn Hacer Tok da zanîn ku ew her dem li zarokên xwe yên derketin serê çiya xwedîderketine û wiha domand: “Tevgera ku bi çend kesan despêkir niha gihaye miliyonan. Nû dema rêxistin ket nava Kurdistanê zarokên me êdi ew jiyana di bin tundiyê de nepejirandin û çun tevlîbûn. Di rêya bêrîvaniyê de me heval dîtin û nas kirin. Weke komek xwenekaran bûn, gelek şîrîn bûn, hemû temenê wan weke hev bûn. Bi bêrîvaniyê re me karê xwe yê rêxistinê jî dikir. Her kare diket ser milê me me dikir û heta niha jî em bi şanazî dikin. Dema ku em diçun bêriyê me her yekê çend nan dixistin parzuna xwe û dema em diçûn bêriyê me dida wan zarokên xwe. Ji ber me nedikarî em gelek nan bigirin û bibin. Dema ku leşkeran em di rê de didîtin digotin hun wî nanî kude dibin. Ji ber wê jî me her tiştê li gel xwe dibir her yek ji me hinek dixist parzuna xwe. Jiyana gundan li ser pişta dayîkan bû, ji ber wê jî dayîkan gelek kar û fedekari kiriye. Dewletê gelek tişt anî serê me, lê nikarîn me ji zarokên me yên çiyayan veqetînin."
‘Her ku me nas kir em hîn zêdetir pê ve hatin girêdan’
Ji bêrîvanên serdemên despêkê yên dema rêxistin ketî nava Botanê de li heman herêmê bêrivanî kiriye Badrê Tok jî destnîşan kir ku despêkê şivan û bêrîvan ketin nava karê rêxistinê û wiha berdeam kir: “Berê li gund em biharan diçun banehiyanan derdora ava Hîzil û havînan jî em diçun zozanên Kêla Memê. Bihar bû em li banehiyanan bûn dema despêkê me heval dîtin. Piştî ku me hev nas kir êdî em di nav hev de bûn. Şivan û bêrîvan hemû ketin nava karê rêxistinê. Dema em li zozan ber Berê Malanbûn heval hatin û Eliyê Simo ji wan re pezek serjê kir. Me bêrîvanan jî xwarin çêkir me bi hev re xwar. Her ku me heval nas kirin em hîn zêdetir bi rêxistinê ve hatin girêdan. Heya niha jî weke roja despêkê em pêve girêdayî ne. Carekê em li bêriya Şikêrokê bûn, operason pêk hat ji me re gotin 'niha terorist li gel we bûn kude çun. Hun keçên xwe didin wan.’ Meta min Xanima Medo got ‘ew partiya me ye û emê keçên xwe tevlî bikin.’ Gotin ‘Çima hun keçên xwe nadin me, hun didin wan.’ Dema wiha gotin em bêrîvan hemû rabûn û me bi keviran li wan da û reviyhan. Rêberê me zanayekî mezin e ji ber wê rêxistina me li hemberî hemû cureyên zoriyan jî her diçe mezin dibe.”
‘Me şivan û bêrîvanan her yekê karê xwe dikir’
Şemsî Tunç jî bilêv kir ku jiyana wan li gund ser pez xwedîkirinêbû û wiha dom kir: “Em şivan û bêrîvanbûn. Jiyana me li ser pez bû. Bi rêya şivan û bêrîvaniyê me heval dîtin û nas kirin. Em li zoman û li ber bêriyê di nava hevdebûn. Her karê ku didan pêşiya me, hem bêrîvanan hem jî şivanan dikirin. Dema em ketin nava karê rêxistinê êdî êrîşan jî despêkir. Em dema ku li banehiyanan li Şikefta Girê Elîbûn balefir hatin li me xistin. Keça min a mezin Heyat kuştin, kurê min Mehmet Şîrîn û gelek zarokên dinê birîndar kirin. Dema ku cenazeyê Heyata min anîn şikeftê şivan hemû li ser giriyan heya rojadinê. Paşê dema ku dê cenazê wê anîbana gund di rê de li Sêgirgê dan rawestandin ji bo keşif bikin. Bavê wê xwe nerazîkir got: ‘We kuştiye hun keşif nakin.’ Bi wî awayî me cenazeyê xwe anî gund veşart.”
‘Em êdî nikaribûn bêyî wan bisekinin’
Şehzad Tunç jî anî ziman ku piştî wan hevalên despêkê nas kirin êdî bêyî wan nedikarîn bisekinin û wiha got: “Herêma me hemû giyayên xwarinê bûn. Gelek cureyên pincar hebûn. Jiyana me li ser xwedîkirina pêz û komkirina pincar bû. Di nava wan karan de heya êvarî me sitiran digotin û em bi kêf bûn. Li ber wan pêlên avê û keviyên berfê her mirov dixwest sitiranan bêje. Dema heval hatin herêma me, em li zozanan di nava hev de bûn. Ew zarokên me bûn, em bi hev re bûn. Heval gelek şîrin bûn, me nedikarî bêyî wan bisekinin. Her ku em diçun ber bêriyê me ji şivanan dipirsî heval hatine gel we. Her ku em diketin ber bêriyê me dinêrî ji aliyek ve tên. Dema me didît ji cihek ve tên em ji keyifan difiriyan. Dihatin alikariya me pez bêrî dikirin. Em wiha hînî hev bûbûn. Bê hev me nedikarin. Me gelek li ber agirê daran sohbet kiriye û çayî vexari. Niha jî hîna girêdana me weke berê ye û dê her dem wiha bimîne heya nefesa me hebe.”