ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 11 Tebax 2018
- Rojev
*Bêrîvanên bere li Zozanên Kêla Memê bêrîvanî kirine qala bîranînên xwe yên dema despêkê heval li zozanan dîtine kirin û gotin: “Bi rêya bêrîvaniyê me heval nas kirin. Dema ku me ew nas kirin êdî sebra me bêyî wan nema dihat.” BI DÎMEN
*Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê Wefa Sîdo derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan, dewletên navneteweyî û bi taybet rayedarên beşên tendirustiyê kir ku di demek nêz de rewşa tendirustiyê ya Rêber Apo di zindana Îmralê de bişopînin. BI DÎMEN
*Endama Meclisa Minbicê ya Leşkerî Dîcle Firat a ku di roja rizgarkirina bajarê xwe de tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû, derbarê têkoşîna xwe û rizgarkirina Minbicê de nirxandin kir. Dicleyê diyar dike ku ew bi armanca tola xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê ku bi hovîtiya li ser jinan dan meşandin tên naskirin hilîne tevli vê meclisê bûye.
*Li navçeya Colemêrgê Zîlan Baykan bi komkirina devokên bîdonan piştgiriyê dide welatiyên astengdar. Zîlanê heyanî niha 18 hezar devok kom kirine û armanc dike ku hejmarê derxine 50 hezarî. BI DÎMEN
*Belavkara rojnameyê Leyla Yildiz a eta Rojbaş a Amedê ye wiha got: “Ez girtî me lê hevalên min li derve rojnameyan digihînin gel. Ez tu car şûnde gavê navêjim. Dibe bedena me hatibe girtin lê fikrên me tu caran nayên girtin.”
*-Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf diyar kir ku wê li Rojhilata Navîn di navbera hêzên navendî de tifaq û hevsengiyên nû çêbibin û wih agot: “Îdlîb wê bibe dema nû. Ger bi rejîmê re di vî alî de lihevkirin pêk bê, em di operasyona Îdlîbê de cih bigirin wê di pratîkê de jî bersiva wê bê girtin. Stratejiya azadkirina Efrînê, ji hemû stratejiyan pêşdetire.”
*Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gonen diyar kri ku piştî kampa havînê ya li Balikesîrê şûnde nexşerêyek nû xêz kirine û got li dijî rizandina civakî ji her rengî jin divê têkoşînê bimeşînin. BI DÎMEN
Endamên meclîsa TAJÊ derbarê tayînkirin qeymekamê nu ya ji hêla Hukumeta Iraqê ve ji bo Şengalê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
*Jinên li bazara Şîre ya Bîrecîkê dixebitin, ji ber kriza aborî ya tê jiyîn berhemên wan nayên firotin. Zelîha Încedag diyar kir ku ew pereyê heq dikin bi dest naxin. BI DÎMEN
*120 karkerên Flormarê ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, ji 15'ê Gulanê heta niha li ber fabrîkayê çalakiya runiştinê dimeşînin û li aliyê din jî li malê bi zarokên xwe re eleqeder dibin. Ji ber li fabrîkayan kreş tune ne jin zehmetiyên mezin dikşînin. Jinên ku gelek zahmetî dikişînin wiha gotin: "Zarokên me jî bi me re mesayiyê dikin."