Malbat cara 88'emîn e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
- 14:59 10 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Xwişk û birayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku biçin li Grava Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbû. Ji wê dîrokê vir ve daxwaza serlêdana malbatan 87 car bi hincetên cuda hat redkirin.