Jinên Mexmûrê: Em dixwazin agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin

  • 10:20 10 Tebax 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (MEXMÛR) ê ku bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan diyar kirin ku daxwaza wan  ew e ku agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin.
 
Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li her devera cîhanê Kurdistanî di nava çalakiyan dene. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi (Mexmûr) ê jî welatî ji rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bifikar in û di nava hewildanên agahî giritnê de ne. Jinên wargehê diyarkirin ku ew êdî dixwazin agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin.
 
‘Em êdî dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn’
 
Ji jinên wargehê Hacer Tok destnîşan kir ku ew heya dawiyê bi Serokê xwe re e û wiha domand: “Serokê me yê tevahî mirovahiyê ye û ji bo hemû mirovahiyê têkoşînê dide. Serokê me hemû netew û baweriyan diparêze. Em daxwaza ku bi rêberê xwe re bijîn dikin.”
 
‘Em ji Serokê xwe bê agahî ne’
 
Jina bi navê Nurê Kartal jî anî ziman ku ger desturê nedin kesekî din ji bo hevdîtina bi serokê wan re bila destûrê bidin ku malbata wî biçe bi rêberê wan re hevdîtin bike  ku agahiyekê  ji Îmraliyê bigirin û wiha pêde çu: “Li her deverên cîhanê her kes diçin hevdîtina girtiyên xwe. Em tenê ji Serokê xwe bê agahî ne, ev rewş wê heya kengî berdewam bike. Ger desturê nadin kesekî din jî hewceye malbata  Rêbertiya me biçe ji bo ku em bi rêya wan agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin. Em êdî nikarin bê agahiyekê ji rêberê xwe bigirin bijîn. Ji bo wê jî pêwist e daxwaza me li ber çavan bê girtin.”