Rûyê din yê berxwedana Flormarê

  • 10:06 10 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Yek ji alavên kapîtalîzmê Flormar û YvesRochere ku jinan dike meta û dibêje jinên ne makyajkirî nexweşikin û li zîhnan nexş dike… îro gelek jin li dijî van her du şîrketan li ber xwe didin û banga boykotê dikin.  Min rojekê şadihiya berxwedanê kir. Tişta herî xweş parvekirina jinan e û beyî makyaj xurt û gelek xweşikin. Li qadê stran û govend kêm nabin û tevî hemû zehmetiyan ruyê wan dikene û hêviya xwe qut nakin.
 
120 karkerên li Flormar Kozmetîk ya li Herêma Sanayî Organîze ya Gebezeyê (GOSB) dixebitîn û ji ber endamê Sendîkaya Petrol-Îş’ê bûn di dîrokên cuda de ji kar hatin avêtin, ji 15’ê Gulanê heta niha berxwedan xwe didomînin.  5 karkerên ji kar hatibûn avêtin li ber fabrîkayê çalakî dan destpêkirin û îro hejmara wan bûye 120. Piranî karkerên ji kar hatine avêtin bi hinceta ji karkerên berxwedêr re destê xwe hejandine ji kar hatine avêtin. 
 
Derdor jî piştgiriyê didin wan
 
Her roj bi awayekî dorveger 20 kes tên li ber fabrîkayê disekinin. Em di roja 87’ê berxwedanê de diçin wir. Temenê berxwedêran di navbera 18 û 35’an de ye.  Karker di saeta mesayiyê de tên dipên.  Li ber muzîkê govendê digerînin. Yên derdorê jî piştgiriyê didin wan.  Wesayîtên derbas dibin jî bo piştgiriyê li korneyan dixin.
 
Kesên ji muzîkê nerehet dibin jî hene. Karker li dijî vê bi gazinc in. Jinek wiha dibêje: “Divê em duh ji ber flormarê ranebûna. Ji ber em duh rabun îro wisa dikin. Sibê jî wê bi ava şid û copan bên.” Piştre dikenin û henekan dikin.
 
Jinek berxwedêr a serkêşa govendê ye
 
Hinek li bin siya daran sohbetê dikin û hinek jî rojname û kovaran dixwînin. Jinek berxwedêr ya porê xwe kiriye du gulî bala min dikşîne. Bawer im temenê wê 18 ye û wisa bû jî. Min xwest roportajê bikim.  Lê got ew bi kelecan e.  Jina ku hinek bi kelecan û hinek jî şermok e , ruyê xwe yê berxwedêriyê jî venaşêre.
 
‘Ger mexazeya min hebe bila navê wê ‘berxwedan’ be’
 
Bi du jinan re dest bi sohbetê dikim. 4 sal e di vê fabrîkayê de dixebitin. Jinek tiştên ku jiyaye vedibêje: “Min ji xizmek me re got min bibe kar. wê jî got ‘tuyê fabrîkaya me rêxistin bikî’. Xizma min ez negirtim kar. Ji ber sendîkayê.  Evqas ji sendîkayê ditirsin. Berê gotibû bê lê niha ji ber sendîkayê naxwaze ez biçim wir. Ez ê xebata xwe ji vir şûnde wek pêşenga berxwedanê  berdewam bikim.  Xeyala min ev e, ger mexazeyek min hebe ez ê navê wê daynim ‘berxwedan’. Ez ê di wê mexazeyê de cil û bergên berxwedanê bifroşim.”
 
Ji sedî 80’ê xebatkarên Flormarê jin in. Di şertên herî zor de jî dîsa jin dixebitin. Jin hem li malê hem li cihê kar dixebitin. Dibêjin ‘em 10 saetan dixebitin’ û piştî kar vê carê li malê dixebitin.  Yanî jin 15-16 saetan bê navber dixebitin. Tenê di xew de bîhna xwe vedidin. Jinên ku 14, 10 û 8 sal in li Flormarê dixebitin hene. Ji ber li fabrîkayê kreş tune zarokên xwe li cem xizmên xwe dihêlin. An jî dibin kreşan.
 
Kedkarên hatine yek tîpkirin
 
Karkerên li Flormarê dixebitin di bîhndanê de tên baxçe. Hinek berxwedêran silav dikin. Dema min ew dîtin girtiyên yek reng cil li xwe kirine hatin hişê min. Piştre ez  hîn bûm ku karkerên taşeron yên cilên turuncu li xwe kirine.  karkerên kadro jî yên şîn li xwe kirine. Hemû karker diyar dikin ku heta venegerin karê xwe ew ê li berxwe bidin. Ez carek din fêm dikim ku jin ligel stranên berxwedanê zêdetir xurtin û bi vê rastiyê ez ji qadê vediqetim…