Wezaretê şert da ber gel: Dest ji mafên xwe berdin!

  • 10:04 10 Tebax 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Wezareta Bajarvanî û Derdorê  li Şirnexê ji bo hilweşîna xaniyên ku ketine biryara ‘qada bi rîsk’ dem dabû gel. Jina bi navê Nurê Îdîn diyar kir ku rayedarên wezaretê diyar kirine ku di rewşa ku dest ji 75 TL yê ji bo zirara giran tê dayîn berdin, wê xaniyê wan neyê hilweşandin.
 
Li Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve ji sedî 70’ê xanî hatin hilweşandin û TOKÎ’yên li şûna wan hatin çêkirin jî hîna nehatine teslîmkirin. Ji bilî xaniyên hilweşandin yên zirarek giran dîtibûn jî mabûn û gel ji nû ve ava kir.  Lê ji bo van taxan jî biryara ‘qada bi rîsk’ hat girtin.  Li gorî biryara di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de xaniyên mane jî wê di demek kurt de bên hilweşandin. 
 
‘Pereyê kirê û alîkariyê bidin’
 
Piştî biryarê xebatkarên Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê li malan geriyan û li taxa Yeşîlyurtê ji bo ji malên xwe derkevin dem dan hinek malbatan.  Malbatan piştî pevçûnan xaniyên wan yên zirara mezin dîtibûn bi derfetên xwe ava kirin. Hat hînbûn ku wezaretê ji hinek malbatan re gotiye ‘ger hun naxwazin xaniyê we bê hilweşaandin, pereyê heta niha me ji bo kirê û alavan daye, şûnde bidin me.’
 
Li Cizîrê jî serî li heman rêbazê dabûn û ji bo malbatan wiha gotibûn ‘Ji bo zirara xaniyên xwe pere ji me negirin, ji bo ku em xaniyên we hilneweşînin.’
 
‘Ji bo xanî hilneweşe me dest ji daxwazên xwe berda’
 
Welatiyan destnîşan kir ku wê serî li riyên hiqûqî bidin û gotin heta niha ji bilî 6 hezar TL pereyê alavan wêdetir ji bo zirarê tu tiştek nexwestine. Şêniya taxê Nurê Îdîn diyar kir ku ji bo xaniyê wan neyê hilweşandin dest ji hemû daxwazên xwe berdane û got ew naxwazin ji dewletê pere bigirin.
 
‘Em 7 mehan di kon de man’
 
Nurê ev tişt anî ziman: “Di pevçûnan de em neçar man derkevin. Em bi mehan di konan de man. 7 mehan em di kon de man. Em 4 malbat di konekî de jiyan.  Zarokên me her roj di axê de diman. Zarokên me hemû nexweş ketin.  Kepçeyan xaniyê me derb kiribû.  Yên ji wezaretê hatin rapora zirarê girtin. Me tenê 6 hezar pereyê alavên elektîrîkê girt. Piştre me xaniyê xwe çêkir. Di hefteya dawî de hişyar kirin ku em ji malê derkevin. Me jî got em dernakevin. Hevjînê min çû ofîsa îrtîbatê. Wan jî gotiye dest ji 75 hezar TL pereyê ji bo zirarê hatiye birîn berdin wê xaniyê we neyê hilweşandin. Em ji dewletê tiştekî naxwazin.