Li zarokên xwe yên bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin guhdar bikin

  • 09:39 10 Tebax 2018
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Psîkolog Fîgan Kepenek diyar kir ku zarokên rastî êrîşa zayendî tên divê travmayên wan bi rêbazên rast bên derbaskirin û got: “Di vê pêvajoyê de divê malbat piştgiriya psîkolojîk a profesyonel bigirin. Gotinên ahlaqî yên civakî zarokên rastî îstîsmarê hatine bêdeng dikin.  Kesê şîdet pêkaniye jî xurt dike.”
 
Psîkolog Fîgan Kepenek ku li Şêwirmendî û Perwerda Janus peywirdar e der barê travmayên li ser zarokên bi êrîşa zayendî  re rûbirû mane de nirxandin kir û got pêkane ku bi rêbazên baş ev travma dakeve asta herî jêr.
 
Fîganê her wiha bi lêv kir ku  êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bandoreke giran dike, di jiyana wan de jî rê li ber encamên  ku nayên çareserkirin vedike û got cureyê êrîşê çi dibe bila bibe, ji bo zarokan encamek travmatîk e.
 
‘Rewşa întîxarê dertê holê’
 
Fîganê balkişand ser lêkolînên der barê mijarê de hatine kirin û wiha pê de çû: “Êrîşên zayendî herî zêde li dijî zarokên di navbera temên 6-10’an de tê dîtin. Di vî warî de hejmara zarokên keç zêdetir e.  Li gorî lêkolînên tên kirin zarokên bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin bi hêrs in û beşek wan hewl didin întîxar bikin.”
 
Fîganê her wiha got ku li dijî êrîşên zayendî berpirsiyarî dikeve ser milên mezinan  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajo ji bo zarokan qet ne hêsan e. Divê mezin jî hinek din bêdeng bin. Dema zarok êrîşa zayendî ku pê re rûbirû maye parve dike girîng e. Di vê navberê de hest, zimanê bedena xwe kontrol bikin û li zarokên xwe guhdar bikin. Beyî pirs pirsînê bihêlin bila ew her tiştî bêjin. Beyî destur destê xwe nedin zarok. Beyî temasa fîzîkî guhdar bikin. Beyî destur, destê xwe nedinê ji ber ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin bi bîr dixîne. Gotinên ku zarok fêm dikin vebêjin. Zextan li zarok nekin û bêjin ‘Ez bi te bawerim, ez kêfxweş bûm ku te got. Ne şaşiya te ye, êrîşa zayendî ne tiştekî baş e.’Ji bo ev mijar ji we re gotiye, jê re spas bikin. Teşwîq bikin ku bila tiştên jiyane ji we re vebêjin.”
 
‘Gotin zarokan bêdeng dikin’
 
Fîganê destnîşan kir ku ger zarok êrîşa zayendî ya lê hatiye kirin venebêje sedemek wê ev e ku civakê zayend wek ‘tabu’ dîtiye û ji ber vê  zarok naxwaze bi kesî re parve bike û bêdeng dimîne û got: “Gotinên wekê ‘malbat pîroz e, zayend şerme, gotina mezinan guhdar bikin’ zarokên bi êrîşa zayenî re rûbirû mane  bêdeng dike û ditirsîne.”
 
Fîganê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Divê li zarokan hin tişt neyên ferzkirin. Mînak maçkirina kesekê-î, runiştina li hembêza kesekî-ê û divê bê qebûlkirin ku bedena zarok a zaroke û vê bi zarokên xwe bidin hîskirin. Di vî alî de divê dê û bav berpirsyariya xwe bînin cih û der barê zayendê de beriya pêşdibistanê agahdarkirin bê kirin û mijara ‘êrîşên zayendî’ bi zimanekî di cih de bê vegotin. Zarok xwedî mafên ku bêjin ‘na’ ye. Çidibe bila bibe kî dibe bila bibe divê zarok bikare bêje ‘na’. Xwedî mafê vê gotinê ye.”
 
‘Darvekirin û xesandin ne çareserî ye’
 
Fîganê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên xesandin û darvekirinê û wiha got: “Ev ne cezayên  ku pêşî li sûc bigire ne. Divê şoreşek zîhnî pêk bê. Divê cezayên giran bên dayîn.”