ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 10 Tebax 2018
  • Rojev
*Îsal 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Mexmûrê hat lidarxistin. Di Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Deniz Firat de Helbestkar û Rojnameger Roza Metîna di beşa Çîrokên Kurdî de hat hilbijartin. Roza Metîna ya ku berê jî di beşa çîrokan de du xelatên cuda girtibûn diyar kir ku ew çîroka têkoşîna jinên kurd dinivîse û got:" Yên ku bi salane pêşengtiya têkoşîna doza kurd kirine jin in. Jinên kurd bi lehengî, çalakbûyin û damezrîneriya xwe her dem bûne xwedî rolek girîng. Em jî hêza xwe ji dîroka xwe û ji têkoşîna jinên kurd ên leheng ên wekî Leyla Qasim, Besê Xanim, Gulnaz Xanim, Gurbetelî Ersoz,  Mîna Qazî û Zarîfeyan digirin." 
 
*Rêvbera têkliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kilîda aloziya li Rojhilata Navîn e û  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan aloziya Rojhilata navîn kûr dike. DÎMEN HEYE
 
*Derbarê kar û xebatên Meclîsa Kantona Şehbayê de Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo û Cîgira Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Fetihiyê Qasêm anîn ziman ku tevî hemû kêmasî û kêm derfetiyan li Şehbayê wê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (MEXMÛR) ê ku bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan diyar kirin ku daxwaza wan  ew e ku agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Psîkolog Fîgan Kepenek diyar kir ku zarokên rastî îstîsmara zayendî tên divê travmayên wan bi rêbazên rast bên derbaskirin û got: “Di vê pêvajoyê de divê malbat piştgiriya psîkolojîk a profesyonel bigirin. Gotinên ahlaqî yên civakî zarokên rastî îstîsmarê hatine bêdeng dikin.  Kesê şîdet pêkaniye jî xurt dike.”
 
*Li Bodrumê jin berheman ji çiyan berhev dikin, ji ber ku kirêkirina tezgahan gelek zêdeye, li erdê radixin û diroşin. Jinan diyar kir ku hatiniya wan li gorî salên borî ketiye.
 
*Wezareta Bajarvanî û Derdorê  li Şirnexê ji bo hilweşîna xaniyên ku ketine biryara ‘qada bi rîsk’ dem dabû gel. Jina bi navê Nurê Îdîn diyar kir ku rayedarên wezaretê diyar kirine ku di rewşa ku dest ji 75 TL yê ji bo zirara giran tê dayîn berdin, wê xaniyê wan neyê hilweşandin. BI DÎMEN
 
*Yek ji alavên kapîtalîzmê Flormar û YvesRochere ku jinan dike meta û dibêje jinên ne makyakirî nexweşikin û li zîhnan nexş dike… îro gelek jin li dijî van her du şîrketan li ber xwe didin û banga boykotê dikin.  Min rojekê şadihiya berxwedanê kir û tişta herî xweş parvekirina jinan e û beyî makyaj xurt û gelek xweşikin. Li qadê stran û govend kêm nabin û tevî hemû zehmetiyan ruyê wan dikene û hêviya xwe zindî dihêlin.