Li bendê ye ku rojnameger Ruken Demîr sibe sewkî dadgehê bikin
- 17:31 9 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Nuçegîhana MA'yê Ruken Demîr ku berî bi du rojan di encma serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, li bendê ye ku sibe sewkî dadgehê bikin.
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ruken Demîr ku berî bi du rojan bi ser mala wê ya li Îzmîrê de hatibû girtin û dema li Amedê hat serdana malbata xwe hat binçavkirin, li Şahxa TEM'ê ya Amedê îfadeya wê hat gitin. Ruken a ku hat aşkerakirin di çarçoveya operasyoneke li Îzmîrê de hatiye binçavkirin bi "Endamtiya rêxistinê", "Li ser navê rêxistinê pêkanîna çalakiyan" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê sûcdarkirin. Ruken a ku li gel parêzerê xwe îfade da li bendê ye ku sibe wê sewkî dadgehê bikin.